Alîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mîke Pence hişyarî da Recep Tayyîp Erdogan û got, eger rahîb Andrew Brûnson neyê berdan wê pêkanînên nû bên ferzkirin.
Pence got, “Hikumeta DYA’yê pêkanînên giran ên aboriyê li ser Tirkiyeyê ferz kir. Û hikumet (DYA), heta ku Serokkomar Erdogan û hikumeta Tirk rahîb Brûnson berde û ev mirovê bêguneh ê dînî vegere DYA’yê, wê pêkanînên xwe bidomîne.”
Rêveberiya DYA’yê doh dabû xuyakirin ku wan der barê Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû û Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul biryara pêkanînê dane. Li gorî daxuyaniya Wezareta Xezîneyê, Soylû û Gul ji binpêkirina giran a mafên mirovan berpirsyar in, lewma ketine ber pêkanînan.