John Bolton di serdana Qudsê de daxuyanî da çapemeniyê. Bolton bal kişande ser guşarên aborî yên li ser Îranê û her wiha çalakiyên protestoyî yên li Îranê yên van mehên dawî.

Bolton got, ‘’Heke em vekirî bibêjin, polîtîkaya Amerîkayê ya li ser Îranê ne guherîna rejîmê ye, lê em ji hêla rejîmê ve guherîneke radîkal a helwestê dixwazin.’’

PROTESTOYÊN LI ÎRANÊ NE ‘KOMPLO’ NE

Bolton xwepêşandanên protestoyê bi rêveberiya nebaş a aboriyê ya Tehranê ve girê da û got peymana nukleer a 2015’an bandorên vê rêveberiya nebaş ‘sivik’ kirine.

Bolton diyar kir bi vekişîna DYA’yê ya ji peymana nukleerê û vegera li ser guşarên aborî, bandora kûr a negatif a ku derketî holê, ji ya ku wan pêşbîniya wê dikir gelekî hişktir bûye. Bolton her wiha got çalakiyên li Îranê ne organîze ne û ne komplo ne.

EM HAZIR IN BI ÎRANÊ RE LI HEV BÊN LÊ…

Bolton got DYA hazir e ku bi rejîma Îranê re li hev were lê got heke daxwazên Washîngtonê bi cih neyine ‘’Ji bo ku Îran bi rengekî vekirî bibêje ku ew ê ti caran çeka operasyonel nukleer  bi dest nexîne, zexta herî zêde li ser bikin.’’