Li gorî daxuyaniya Wezareta Ewlekariya Navxweyî ya DYA’yê, zarokên kêmî 5 salî yên koçberan ku ji meha Gulanê heta 10’ê Tîrmehê li ser sînor hatin girtin û şandin girtîgehan, radestî malbatên wan hatine kirin.

Li gorî vê yekê, biryara dadgeriyê bi cih hate anîn û hemû zarokên biçûk ên koçberan radestî malbatên wan hatin kirin. Lê belê ji ber ku malbatên 46 ji 103 zarokên kêmî 5 salî hatine dersînorkirin, hîn li navendên kontrolê yên Wezareta Tenduristiyê ya DYA ne.