Senatoya DYA’yê û Gotûbêjerên Meclîsa Nûneran, li ser pêşnûmeya parastinê ya bi qasî 716 mîlyar dolarî li hev kir.
Lihevkirin ji hêla Senato û Komîteya Hêzên Çekdarî yên Meclîsa Nûneran ve hat eşkerekirin. Ji bo ku ev zagon bikeve meriyetê divê li Desteya Giştî ya Senato û Meclîsa Nûneran cuda cuda bê erêkirin. Herî dawî tê payîn ku serokê DYA’yê Donald Trûmp mohr bike.
Heke pêşnûme bê erêkirin, wê rayeya 77 balafirên şer ên F-35 ku ji hêla Lockheed Martin Corp ve tên çêkirin, bê dayîn. Lê belê firotina van balafiran a ji bo Tirkiyeyê ku tifaqê wê yê Herêmê û endamê NATO’yê ye, tê astengkirin.
Têkiliyên di navbera DYA û Tirkiyê de, nexasim piştî Tirkiyê ku endamê NATO’yê ye, xwest ji Rûsyayê pergala parastina hewayî ya S-400 bistîne, xirab bûn. Rayedarên DYA’yê gelek caran di vê mijarê de Tirkiye hişyar kirin. Heke ku Tirkiye ji kirîna pergala parastinê ya S-400 dest bernede, hatiye ragihandin ku wê radestkirina balafirên F-35 a ji bo Tirkiyê bê astengkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê bi Ewropa û NATO’yê re Wess Mitchell, ji bo peymana S-400 gotibû, “Ev mijar gelek micid e. Me gelek caran ji rayedarên Tirk re got ku wê encamên wê ji bo we hebin.”
Peymana S-400 a di navbera Enqere û Rûsyayê de, 12’ê meha Îlonê hatibû mohrkirin. Ji bo wê Senatoya Amerîkayê dij derketibû ku balafirên şer ên F-35 ji bo Tirkiyê bên radestkirin û gotibû heke Tirkiye dest ji kirîna S-400 bernede divê firotina F-35 bê betalkirin.”