Endamê berê yê SS’ê yê di 2’emîn Şerê Cîhanê de li kampên Trawnîkî yên komkirinê de kar dikir û di sala 1949’an de derbasî DYA’yê bibû û li bajarê New Yorkê dijiya.
Endamê SS’ê yê mijara gotinê îro saetên sibê bi balafirxaneyê anîn bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê.
Wezareta Karê Derve yê Elmanyayê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got: “Bi hatina Palîj re hikûmeta federal ji bo berpiryariyên xwe yên exlaqî peyameke pir vekirî şandiye.”
Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Heîko Maas jî diyar kir ku ji bo famkirina dîrokê divê di serî de wê erê bike. Maas anî ziman ku divê têkildarî sûc û terora Nazî ya dîrokê gotûbêjeke rast û dirust bê kirin û got: “Em berpirsyariyên xwe hildigirin ser milan.”
Endamê SS Jakîw Palîj ê li Polonyayê hatiye dinê, li kampên Trawnîkî yên komkirinê de weke alîkarê SS’yê di nava salên 1941-1943’an de xebat kiriye. Endamê SS’ê yê peyîza1943’an, di bin navê ‘Şahiya Nexweş’ de 6 hezar kesên Yahûdî yên li nava kampê qetil kiribû.
Palîj di sala 1949’an de derbasî DYA’yê bibû û piştî 8 salan û şûnde bibû hemwelatiyê DYA’yê. Di dama koçberiyê de di pêvajoya 2’emîn Şerê Cîhanê de îdîa kiribû ku weke hevjînbûyî û piştî ku ev îdîa derew derket hemû mafê wî ji aliyê dadgerekê ve di sala 2003’an de hatibû betalkirin.
Dozger do derbarç Palîj ê weke gardiyan rê nedana ku Yahûdî birevin raste rast bûye parçeyek ji qatilan. Lê Palîj ev sûc nepejirand. Piştî eşkere bû ku li kampên komkirinê alîkarê SS’yê bû û şûnde DYA’yê xwestibû Palîj radestî gundê ku lê jidayik bûyî yê girêdayî Polonyayê û niha girêdayî Ûkranyayê ye bike. DYA’yê kete nava hewldanan ku Palîj radestî Elmanyayê bike. Elmanya jî ji ber ku Palîj ne hemwelatiyê Elmanyayê bû demek dirêj ev daxwaz red kiribû.