Wezîrê Xezîneyê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Steven Mnuchin diyar kir ku 18 bankayên sereke yên Îranê xistine lîsteya reş. Mnuchin îdîa kir ku ew dixwazin bi vî rengî nehêlin ku bankayên Îranê bi rengekî ‘neqanûnî xwe bigihînin dolarê Emerîkî’ û got, “Pêkanînên me wê heta ku Îran dest ji ‘piştevaniya karên terorîstî’ berda û dawî li bernameya nukleerî anî dewam bikin.”
ÎRAN: BIRÇÎHIŞTIN SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf bersiv da daxuyaniya rêveberiya DYE’yê û diyar kir ku pêkanînên dawî di demekê de ku şewba Covîd-19 dewam dike, birîna ‘rêyên dawî’ yên ji bo kirîna xurek û dermanane. Zarîf îdîa kir ku hewl tê dayin Îran ‘mehkûmî birçîbûnê bê hiştin’ û got, “Îranî wê bi saxî ji vê nebaşiyê rizgar bibin. Lê belê birçîhiştina gel, komployek ji bo vê yekê, sûcê li dijî mirovahiyê ye.”