Trûmp da xuyakirin ku niha nafikirin ku guşaran li ser Tirkiyeyê pêk bînin.
Nexasim berî rojekê Pentagona ragihandibû ku Tirkiyeyê bi fermî ji bernameya F-35’an derxistine.
Piştî daxuyaniya rayedarên Pentagonê, ji Qesra Spî daxuyaniyek kurt hatibû dayîn û ev hatibû gotin: “Biryara kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400 a a ji Rûsyayê, kiriye ku Tirkiye ne mimkûne bikeve bernameya F-35’an.”
Kongreya DYE’yê gelek caran di mijara kirîna S-400 a Rûsya ya ji aliyê Tirkiyeyê ve wê guşaran li ser Tirkiyeyê bikin.
Tirkiye tevî hemû hişyariyên rêeveberiya NATO û Serok DYE’yê Donald Trûmp sîstema parastina hewayî ya S-400 kirî. Di mijara agahî girtina Rûsya ya wê li ser balafirên F-35 a DYE û welatên NATO’yê de , Tirkiye hişyar kiribû.