Piştî ku DYE’yê Mihafizên Şoreşê yên Îranê kire nav lîsteya ”rêxistinên terorîst”, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ji bo DYE’yê got, ”serê terorîzma navnetewî”.

Rûhanî tevdîra DYE’yê yali dijî Mihafizên Şoreşê yên Îranê şermezar kir, got, ji bo roja ku Mihafizên Şoreşê, artêşa îdeolojîk a Komara Îranê ava bûye û heta niha ”têkilî têkoşîna dijî terorîzmê” bûye. Rûhanî DYA bi ”serê terorîzma navnetewî” bi nav kir.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp Duşemê bi daxuyaniyekê ragihand, Mihafizên Şoreşê di nav lîsteya ”rêxistinên terorê” yên Emerîkayê de hatiye bicihkirin.

Trûmp got, cara pêşî ye rêxistineke bi ser hikûmeteke biyan ve, bi vî rengî tê pênasekirin. Serokê DYE’yê her wiha got, ev tevdîr wê xizmetê ji wê re bike ku zexta li ser Îranê were zêdekirin.

Trûmp daxuyaniyeke nivîskî da û got ev biryar, ”Ne ku tenê dibêje Îran mîna welatekî ku destekê dide terorîzmê, her wiha qebûl dike Mihafizên Şoreşê bi çalakî destekê dide terorîzmê, fînanse dike û teşqî dike”. Trûmp domand, ”Heke hûn bi Mihafizên Şoreşê re kar bikin, hûn terorê fînanse dikin.”

Li gorî Koordînatorê Têkoşîna Dijî Terorê ya Emerîkayê, her destekeke madî ya li Mihafizên Şoreşê, wê mîna ”sûcekî federal” were dîtin.

Heza elît a Mihafizên Şoreşê Hêzên Qûdsê jî di nav çarçoweya pênaseya navborî de cih digire. Hêzên Qudsê, ku baskê derve yê Mihafizên Şoreşê ye, nemaze destekê dide tifaqên Îranê yên li Rojhilata Navîn. Di serê van de rejîma Beşar El Esad û Hîzbûllaha Libnanê heye.