DYE û Îran ku hevdu bi terorîstiyê sûcdar dikin, ji bo bandora xwe ya li Sûriye, Iraq, Tirkiye û Başûrê Kurdistanê zêde bikin, zend û bend ba dan.

DYE’yê artêşa fermî ya Îranê Mûxafizên Şoreşê ku bi navê Spay Pastaran tê naskirin, hefteya bihurî xistibû nava ‘lîsteya rêxistinên terorîst’. Îranê jî DYE terorîst ragihand. Her du welat ji bo bandora xwe ya li Sûriye, Iraq, Tirkiye û Başûrê Kurdistanê zêde bikin, dest bi karên dîplomatîk kirin.

Bi vê armancê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cavîd Zarîf pêr serdana paytexta Sûriye Şamê kir û bi Beşar Esad re rûnişt. Zarîf piştre çû Tirkiyeyê û bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû re rûnişt. Li ser serdanên Zarîf ên li Şam û Enqereyê daxuyaniyeke berfireh nehate dayin. Ji ber ambargoya DYE’yê ya li ser Îranê, ji bo avakirina sîstemên nû yên bazirganî û danûstandinên navbera Îran û Tirkiyeyê kar hatiye kirin.

DYE, tevî çend welatan Tirkiye û Iraq ji bo demekê li derveyî ambargoya li ser Îranê hiştibû. Dema ku ji bo vê hatiye diyarkirin, rojên bê bi dawî dibe. Tê gotin, hevdîtinên navbera Îran û Tirkiyeyê ji bo afirandina mekanîzmayên têkbirina pêkanînan hatine kirin. Lê belê gelek rewşenbîr, nivîskar û analîst dibêjin, armanca sereke ya hevdîtinan ‘Di ser Sûriyeyê re tifaqa Îran û Tirkiyeyê ye’.

DANÛSTANDINÊN ÎRANÊ LI IRAQÊ

Îran ji aliyekî ve li Sûriye û Tirkiyeyê di nava hewldanan de ye, li aliyê din jî bi Iraqê re hin peymanên nû çêkir û li dijî DYE’yê dixwaze bandora xwe zêde bike.

Yek ji peymanên ku di dema serdana Serokkomarê Îranê de ya li Iraqê hate amadekirin, doh kete meriyetê.

Serkonsolosê Îranê yê li Hewlêrê Murtaza Abadi diyar kir, Serokwezîr Nêçirvan Barzanî biryara ku heqê hatinê ji welatiyên Îranê nastîne, pejirandiye.

Wezareta Karên Hundir a Herêmî jî ev daxuyanî piştrast kir. Rêveberê Meclîsa Giştî ya Wezareta Karên Hundir a Herêmî Sami Celal got, “Bi biryara Wezareta Karên Hundir re ji 1’ê Nîsana 2019’an ve li deriyên sînor 25 hezar dînar nayê girtin.”

DYE’YÊ KEŞF KIR

Li aliyê din, DYE jî li Başûrê Kurdistanê bi nûneran re di nava liv û tevgerê de ye. Nûnerê DYE’yê yê Konsolosxaneya Hewlêrê doh li herêmên Ranya û Keladizê ku weke herêma Raperînê tê naskirin, hate dîtin. Li gorî agahiyan, Konsolosê DYE’yî ji bo li herêmê hêza leşkerî bi cih bike, keşf kiriye. Li gorî çavkaniyên xwecihî, piştî vê serdanê DYE wê hêza leşkerî li herêmê bi cih bike.