DYE û tifaqên wên yên li Asyayê roja înê li bajarê Melboûrne yê Avûstralyayê li hev civiyan. Serokwezîrê Avûstralyayê Scott Morrîson qala têkiliya dijwar a di navbera welatê xwe û Pekînê de kir û diyar kir ku vê koma ji bo sazkirina hevkariyê ya demokrasiyên li ser heman fikrê gelekî girîng e. Morrîson got “Em di dinyayeke parçebûyî û şer de dijîn (…) Li hemberî kesên dixwazin me bitengijînin em li ber xwe didin.”

Wezîrê Avûstralyayê navê Çînê neda û diyar kir ku her sê hevkarên wan dema zexta li ser Avûstralyayê fêm dikin û ev ji bo Avûstralyayê aramiyeke mezin ava dike.

Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Antony Blînken jî beriya hevdîtinan ji rojnameya The Aûstralîanê re axivî û got “Li gorî min armanca sereke ya Çînê ev e, ne bi tenê li herêmê li dinyayê jî bibe hêza xurt a leşkerî, ekonomîk, dîplomatîk û siyasî.”

Koma Qûadê di sala 2007’an de hate avakirin. Piştî deh salan dema di navbera Çîn û Hindistanê de li ser sînor şer çêbû û Çînê li Behra Çîna Başûr leşker bi cih kir, ev avadanî kete pratîkê.

Wezîrê Karê Derve yê Japonyayê Yoshîmas Hayashî jî di meha Çileyê de li parlementoya xwe îddîa kiribû wê Qûad li herêma Asyaya Pasîfîk ‘pergaleke li gorî dewleta hiqûqê, azad û vekirî’ pêk bîne.

Blînken beriya civînê diyar kiribû her çi qas Ûkrayna li ser wan bala wan e, di heman demê de got “Dinya mezin e. Berjewendiyên me jî global e. Wekî ku hûn hemû dizanin bala me bêtir li ser herêmên Asya-Pasîfîk û Hînt-Pasîfîkê ye.”