Li gorî AFP’ê, nûnerê DYE’yê yê li nava NATO’yê Kay Baîley Hûtchîson got, “Hêvîdar im wê Serokkomar Erdogan bi rastî jî bibîne ku kî hevkarê pêbawer ê Tirkiyeyê ye û kî ne hevkarê wê ye, wê bibîne.”

Nûnerê Emerîkî diyar kir ku hikumeta DYE’yê “hevalbendê berê û yê dema bê” yê Tirkan e û israr kir ku divê “Dest ji S-400’î berde.”

Nûner got, “Niha dibînin ku Rûsya çi dike. Eger êrişî leşkerên Tirk bike divê ev yek di ser her tiştên ku Tirkiye û Rûsyayê digihîne hev bibînin.”

S-400 nuqteya bingehîn a nakokiya navbera Washîngton û Enqereyê ye. Artêşa Tirk tevî gefa pêkanînê ya Emerîkayê S-400 a Rûs kirîbû.

Hûtchîson got, “Hevalbendê me eger dixwaze di nava tifaqê de bimîne, me bi her rê û rêbazê jê re vegot ku nabe li welatê xwe xwedî sîstema parastina hewayî ya Rûs bin.”