Piştî ku bi fermana Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp fermandarê Îranî Qasim Silêmanî hate kuştin, hate ragihandin ku ji damezrînerên El Qaîde ya Yemenê û lîderê wê El Rîmî jî hate kuştin.

Di daxuyaniya Qesra Spî de hate gotin, “Bi fermana Serok Donald Trûmp, di operasyona anî-terorîst de ya li Yemenê, ji damezrînerên koma El Qaîdeyê û lîderê wê yê li Nîvgirava Ereb Qassim El Rîmî hate bêbandorkirin.”

Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku bi kuştina El Rîmî re hem El Qaîde ya Yemenê hem jî El Qaîde ya ku pê ve girêdayî bû bêhtir qels bûye. Di daxuyaniya Qesra Spî de hate raighandin ku DYE hîn bêhtir nêzî armanca xwe ya tinekirina komên ku gefê li ewlekariya neteweyî dixwe, bûye.

Li gorî DYE’yê, El Rîmî di salên 1990’î de li Efganistanê bû ku lîderê El Qaîdeyê yê wê demê Ûsame Bîn Ladîn jî lê bû. El Rîmî piştre baskê Yemenê yê El Qaîdeyê ava kiribû.

Vê rêxistinê berpirsyariya êrişa meha Kanûnê ya li eyaleta Florîda ya DYE’yê li xwe girtibû ku di encama êrişa dijî baregeha deryayî ya Pensacola de sê leşkerên deryayê hatibûn kuştin.