Blinken roja Yekşemê tevlî bernameya ‘Face the Nation’ a qenala televîzyonê ya CBS bû û planeke Ûkraynaniyan a ji bo dewamiya hikumetê heye.
Blinken anî ziman, ji şerê ku Rûsyayê di 24’ê Sibatê dijî Ûkraynayê daye destpêkirin û vir ve lîdertiya Zelenksiy ‘hêja’ ye.
Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê got, “Lîdertiya Serok Zelensky û hikumetê, hêja ye. Ew bûn şênberiya gelê Ûkraynayê yê wêrek.”
Li gorî destûra bingehîn a Ûkraynayê, eger tiştek bi serê Serokkomar bê, serokê parlamentê dikeve şûna serokkomar. Di halê hazir de jî Ruslan Stefanchuk serokê parlamentê ye.
Ev daxuyaniya Blinken piştî wan agahiyan hat, ku dihate gotin, rayedarên Emerîkî û welatên hevalbend li ser dewamiya hikumetê ya piştî kuştina Zelenskiy yan jî girtina wî nîqaşan dikin.
Li gorî rojnameya New York Timesê, rayedarên Emerîkî bang li Ûkraynaniyan kirin ku destûrê nedin payebilindên xwe ji bo demeke dirêj li cihekî bimînin. Tê gotin ku pêşniyar li rayedarên payebilind hatiye kirin ku biçin cihekî li derveyî paytextê.
Zelenskiy jî roja Înê bi daxuyaniyeke nû diyar kir ku nûçeyên dibêjin ‘ji welêt reviya ye’ derew e û ragihandibû ku ew hîn jî li Kîevê ye.
Li gorî New York Timesê, DYE û hevalbendên wê her wiha dixwazin ku li derveyî Kîevê cihekî lîderiyê bê avakirin. Hatre îdîakirin ku di vê çarçoveyê de pêşniyar kirine ku vekişin çiyayên Karpatê.
Rayedarên Ûkraynayî jî hefteya derbasbûyî ragihandin ku komek ji hêzên taybet ên Çeçen hewl dane sûîqestê li Zelenskiy bikin.