Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca avakirina desteyên Rêveberiya Xweser îro li navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî civînek li dar xist. Di civînê de 9 desteyên Rêveberiya Xweser hatin avakirin.

Civîn bi axaftina hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebd El-Mehbaş bi dawî bû.

El-Mehbaş di destpêka axaftina xwe de ev tişt got: “Meclisa Sûriyeya Demokratîk di 17`ê Tîrmeha 2018`an de li bajarê Tebqayê kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist. Yek ji biryarên xwe yên girîng, avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di 6`ê Îlona 2018`an de Rêveberiya Xweser di civîna damezirîner a Meclisa Giştî li navenda MSD`ê ya Eyn Îsayî bi awayekî fermi hate îlankirin. Di civînê de, em bi awayekî fermî piştî ku Meclisê Giştî erk da me, ji bo avakirina Meclisa Rêveber û desteyên Rêveberiya Xweser hatin erkdarkirin. Ji bo avakirinê meclisê û desteyan 21 roj ji me re diyar kirin. Roja din me dest bi xebata xwe kir û me serdana 7 navendên rêveberiyên sivîl û xweseriyê yên girêdayî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û me nêrîna wan der barê avakirina meclisê û desteyan de girt. Her wiha me bi partiyên siyasî yên ku li herêmên rêveberiyê dixebitin ev mijar nîqaş kir û nêrîna wan girt.

Di dema ku ji me re hatiye diyarkirin de, me karibû karê xwe pêk bînin û me xwe spart pisporiyên zanistî û xwedî tecrube. Me hewl da nûnertiya hemû pêkhateyên civaka xwe di vê rêveberiyê de bikin û rêgeza piralî û beşdarkirina hemû aliyan bêyî ku tu alî bêne dûrxistin pêk bînin. Her wiha beşdarkirina jinên Sûriyeyê da ku bi rola xwe ya pêşeng û sereke di karên rêveberî û siyasî de rabin û ew jî dikarin vê yekê pêk bînin.”

El-Mehbaş di axaftina xwe de pesna Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di pêşxistin û xurtkirina rola rêveberiyên xweser û sivîl de da û wiha domand: “MSD ji dema damezirandina wê ve bi roleke sereke û guncaw di plankirin û pêkanîna stratejiyeke pêkanîna têgeha neteweya demokratîk û azadiya gelan û jiyana hevbeş de rabû, da ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rola xwe ya rasteqîn di çespandina vê têgehê de rabin. Rêveberiyên sivîl û xweser ên demokratîk di birêxistinkirina civakê de bi rêya avakirina komîn û meclisên gel bi serket û gihaşt lûtkeya rêveberiyê. Vê yekê hişt ku xizmeta welatiyan di rewşên herî dijwar de bi awayekî baş were kirin. Ji dema damezirandina MSD’ê ve ji mafê me ye ku em serê xwe di hemû aliyên tenduristî, perwerdehî, ewlehî, parastina hawîrdorê, jinûveavakirinê, alîkariya kesên vedigerin û koçberan ji dema damezirandina MSD’ê ve bi wê bilind bikin. Her wiha destkeftiyên wê di aliyên afirandina rêbazên aramî û alîkariya geşbûnê û ev mijar di qonaxên pêş de dê girîng were destgirtin. Avakirina van rêveberiyan temamkirina serkeftiyan e û pêwîstiya qonaxa ku em niha têre derbas dibin da ku em ber bi qonaxek nû li gorî daxwazên gelê me ve biçin. Her wiha da ku serkertin û jiyana hevbeş bêne çespandin. Em ê bi rihekî berpirsyar bi riya hemû desteyan di hemû aliyên jiyanê de asta têkoşîna xwe bilind bikin.”

El-Mehbaş Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên ewlehî yên alîkar silav kirin û got ku bi saya fedekariya van şervanan teror li herêmê hatiye têkşikandin û bi hezaran şehîd hatine dayîn û hêjî ji bo rizgarkirina giştî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fedekariya xwe didomînin û wiha domand: “Em Efrîna birîndar û dagirkirî ji bîr nakin. Em ê bi hemû hêz û derfetên xwe ji bo rizgarkirina wê çi bi rêbazên siyasî û çi jî bi rêbazên leşkerî tê bikoşin. Efrînê bi hezaran leheng dane û muhra xwe li projeya siyasî ya demokratîk dane.”

Ebd El-Mehbaş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em soz didin hêzên xwe yên leşkerî ku em ê rêya xwe ber bi serkeftin û pêşketinê bidomînin. Her çi qas şervan destkeftiyan bi dest xwe ve tînin, rêveberiya me jî bêtir bi ser dikeve. Em bawer dikin ku em li gorî baweriya gelê xwe bin.”