Parlementerê Herêma Kurdistanê Ebdulnasir Ehmed diyarkir li Herêma Kurdistanê rê ji dewleta Tirk re tê xweşkirin ji ber wê êrişan dike û got: “Ger hikûmeta Herêma Kurdistanê ne rêxweşker be ji bo dewleta Tirk, wê carek ji caran van êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Kurdistanê şermezar bikira.”
Dewleta Tirk a dagirker duh bi şev di saet 22:00’an de bi awayek hemwext Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengal û bajarê Dêrik a Rojavayê Kurdistanê bi awayek hovane bombebaran kir. Di encama bombebaranê de li Mexmûrê 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn û gelek şêniyên wargehê jî birîndar bûn.
Endamê Komisyona Navxwe û Ewlehiyê ya Parlementoya Herêma Kurdistanê Ebdulnasir Ehmed êrişên dewleta Tirk şermezarkir û da zanîn armanca dagirkeriya Tirk qirkirina gelê Kurde.
Ebdulnasir derbarê êrişan de ji Rojnews re axivî û diyarkir baweriya dagirkeran ne bi mafên mirov ne jî bi demokrasiyê heye. Ebdulnasir got: “Dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike. Nîva herêma Behdînan dagirkiriye bêy ku ti kesek dengê xwe lê bike. Dewleta Tirk bi behaneya PKK’ê dagirkeriyê dike û dixwaze li wan herêmên ku PKK lê nine jî dagir bike.”
Ebdulnasir destnîşankir ji nava Herêma Kurdistanê asankarî û alîkarî ji dewleta Tirk re tê kirin û hinek cih ji wan re diyar dikin daku hedef bigrin. Her wiha got, ger hikûmeta Herêma Kurdistanê ne rêxweşker be ji bo dewleta Tirk, wê carek ji caran van êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Kurdistanê şermezar bikira.
Di dawiyê de jî Ebdulnasir Ehmed diyarkir hikûmet ne di xema gel de ye û baweriya gelê Başûr jî êdî bi hikûmetê nemaye.
(kş)