Cîgirê Fermandarê Giştî yê Ceyş El-Siwar Ehmed El-Sultan (Ebû Erac) rewşa Tirkiyê ya li Sûriyê nirxand û got: “Tirkiye di rewşek zehmet û şermok de ye. Tirkiye niha di navberan du bijêrkên tehl, pergala S400 a Rûsî û balafirên F35’ên Amerîkayê de ye.”
Li bajarê Idlibê yê Bakurê Sûriyê bi çavdêriya Tirkiyê alozî û şerekî navxweyî di navbera çeteyên li wir de rû dide. Di heman demê de jî ji aliyê rejîma Sûriyê û Rûsyayê ve tê topbarankirin. Li gel wê jî hemû civîn û lihevkirinên ji bo herêmê pêk tên di bin navê “Kêmkirina şer” de çêdibin.
Girêdayê rewşa li Idlibê Cîgirê Fermandarê Giştî yê Ceyş El-Siwar Ehmed Ebû Sultan ango Ebû Erac ji ajansa me re axivî. Ebû Erac anî ziman ku Tirkiyê di navbera du berbijêrên tehl de ye, yek ji wan pergala Rûsî ya S400 û ya din jî balafirên F35 yên Amerîkayê ne.
Ebû Erac destnîşan kir ku eger Tirkiyê pergala S400 bigire dê nakokî di navbera welatên mezin de derkeve, heman tiştî ji bo wergirtina balafirên F35 ên Amerîkayê derbasdar e. Ebû Erac got: “Herî dawî herduyan jî bi dest naxe.”
Ebû Erac, destnîşan kir ku Idlibê bala tevahî cîhanê kişandiye û li ser lihevkirinên Tirkiyê- Rûsyayê got “Hemû lihevkirinên ji bo Idlibê bi serneketin. Ji bo bûyerên li Idlibê Tirkiye di rewşek zehmet û şeromk de ye. Gundewarên başûrê Idlibê bi balafirên û moşekên rejîma Sûriyê û çekên nû ku Rûsya li wir diceribîne bi temamî tê rûxandin.”
Ebû Erac li ser çarenûsa gundewarên başûr, başûrê rojhilat, başûrê rojava û gundewarên bakurê Hemayê de fikarên xwe anî ziman û wiha axivî: “Niştecihên van herêman koçber bûn, hin ji wan berî dane Bakurê Sûriyê ji ber ku ewlehiyê lê dibînin. Li herêma Idlibê ewlehî nîne.”
Ebû Erac destnîşan kir ku eger Rejîm êrîş bajarê Idlibê bike, dê karesatek mirovî rû bide û wiha got: “Li Idlibê zêdeyî milyonek mirov dijîn.”
Têkildaîr civînên Astanayê Ebû Erac wiha axivî: “Encamên van civînan bandoreke neyinî li civaka Sûriyê kir. Yek jî ji biryarên ku hatine girtin ne di berjewendiyên gelê Sûriyê de bûn. Dê civînên Astana yên di demê pêş de jî ji vê yekê ne cûda be.”
Di 18’ê Çileya 2015’an de civîna navdewletî ya jimare 7588 hatibû li darxistin. Di civînê de biryara 2254 ji bo pêkanîna agirbestê li Sûriyê û çareserkirina siyasî ji bo aloziyê hatibû girtin. Ebû Erac bang kir ku ev biryar were pêkanîn.
Ebû Erac di derbarê nuqteyên çavdêriyên yên Tirkiyê li Idlibê de wiha axivî: “Tinebûna van nuqteyan dibe ku ji bo gelê Sûriyê tiştekî baş buya. Mîsyona nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê ew e ku nehêle di navbera komên çekdar ên li wir û Rejîmê de şer derkeve. Ev nuqte bi bihaneya kêmkirina şer hatine avakirin.”
Ebû Erac li ser hewldana Tirkiyê ya tevlihevkirina çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nûsra) û çeteyên bi navê “Artêşa Niştimanî” û got: “Tirkiyê dixwaze bi vê yekê sazumaniyekê ava bike da ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk têk bibe. Lê QSD‘ê piştî têkbirina çeteyên DAIŞ‘ê ji berê bi hêztir e. Hemû hewdanên binketî îsrara Hêzên Sûriyeya Demokratîk a pêşdeçûnê û rizgarkirina herêman zêde dike. Berê vê hêzê ji bo demên pêş li Efrînê ye.”
Ebû Erac soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina Efrîn û Idlibê da û got, xelkê Idlibê banga rizgarkirinê li QSD û tevahî cîhanê dike.
Ehmed Ebû Sulan, anku Ebû Erac di dawiya axaftina xwe de got: ” Banga min ji bo fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ew e derî li pêşiya welatiyên Idlibê û hemû welatiyên Sûriyê yên azad û welatparêz veke da ku tevlî refên hêzên wan bibin. Ji bo ewlehî li tevahî Sûriyê pêk were, di heman dê hemû planên dewletên grantor têk biçin ku bandoreke neyinî li gel Sûriyê kiriye.”
(bb)
ANHA