Biryare ku Ecnûmena Parêzgeha Kerkûkê piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an cara yekem sibe bicive. Ji bo civîna sibe merc nîne ku hejmara yasayî ya endamên encûmê temam bibe. Herwiha heta ku hejmara yasayî ya endaman temam nebe, wê ti biryaran nede. Biryare ku di civîna sibe de guftûgoyê li ser rêxistinkirina hindirê Ecnûmena Parêzgeha Kerkûkê bikin.
Di 4’ê Cotmehê de Serokê Ecnûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî, erka xwe radestî Îrfan Kerkûklî kir, ji bo karên encûmê bi rêve bibe. Lê, nayê zanîn ku wê Kerkûklî civînê bi rêve bibe yane, ji ber ku civînekî şêwrê ye.
Li gorî agahiyên bi dest ketine, wê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) beşdarî civîna sibe ya Ecnûmena Parêzgeha Kerkûkê nebe.
Ji bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an de ev yekem civîna Ecnûmena Parêzgeha Kerkûkê ye. Ji wê demê ve karên wê hatibûn rawestandin. Herwiha ji wê demê ve Rakan Cibûrî bi wekalet walîtiya Kerkûkê dike.
Ji berî niha çend caran komên partiyên Kurdan hewldan Ecnûmena Parêzgeha Kerkûkê dest bi kar bike, lê hewldanên wan ji ber amadenebûna PDK’ê serneketin.
Roja 11’ê Îlonê de li bajarokê Qekehencîr civînekî ya Lîsteya Birayetî ya Ecnûmena Parêzgeha Kerkûkê pêk hat, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) beşdarî vê civînê bû. Di civînê de ji bo karkirina Ecnûmena Parêzgeha Kerkûkê hemû hemfikir bûn.