Piştî biryara Amerîka ya li dijî her sê pêşeng û şoreşgerên Kurd, dinava civaka Kurd û azadîxwazan de rastî nerazîbûn û bertekên mezin hat.

Di derbarê vê mijarê de nivîskar û mamostayê zanîngehê Edalet Ebdulah jî nerazîbûna xwe nîşan da û diyar kir ku demeke dirêje Tirkiye di xwaze pirsgirêkên xwe bi lêdana doza netewî ya Kurd re bi Amerîkare çareser bike.  Divê çarçoveyê de pirsgirêka Kurd li Bakûr, Rojava û PKK’ê xistiye hedefa xwe. Tirkiye dixwaze bi rêya peywendiyên xwe yên dîplomasî, aborî û sîyasî ku li gel Amerîka heye, dixwaze pêşengên PKK’ê bike hedef.

 Nivîskar û mamostayê zanîngehê Edalet Abdulah di berdewama axaftinên xwe de diyar kir ku îradeya gelê Kurd bi girtina biryarên bi vî şeklî naşikê. Pêşengên PKK’ê ji roja destpekê ya xebata xwe ve hertişt xistine berçav ji bo parastina nasnameya Kurdan. Ev biryar jî wê ti bandorek li ser PKK’ê neke.

Edalet Ebdula girtina Rêberê Gelê Kurd wekî mînak nîşan da û got: “ Çawa girtina Ocalan bû sedem hêza rêxistina wî xûrt bibe, bê gûman wê her cûre komployek bi vî awayî jî bi sernekeve. Ji berku pirsgirêka Kurd pirsgirêkekî rewa ye û li herêmê.

Di vî demî de derxistina biryarek bi vî şeklî pêwîstiyeke ji bo siyaseta derve ya Amerîka. Herwiha Ji bo peywendiya xwe li gel Tirkiye bi hêz bike û Tirkiye ji Îran û Rusya dûr bixe ye. Ew bixwejî baş dizanin PKK nûnertiya netewek dikin. Ji bona wê li gorî min wê ev biryar di aliyê pratîkî de neyê bi cih kirin. Ji ber ku dizanin tevgera PKK’ê bi dawî nabe.”

Edalet Ebdulah, di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir û got: “ Ew kesê ku xwe wekî Kurdekî Kurdperwer dibîne, pêwîste li beramberî vê biryarê nerazîbûn nîşan bide. Pêwîste li her çar parçeyên Kurdistanê gel rabe û bertekên xwe nîşan bidin. Ji ber ku ev biryar ne tenê li dijî PKK’ê ye, li dijî doza rewa ya gelê Kurde. Em bi hêvîne Kurdên li Amerîka, Ewropa rêze çalakî lidarbixin. Ji wana re were gotin ku nabe tişta Tirkiye dixwaze bike Amerîka pêkbîne. Nabe ku Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin.”