Ji bo azadiya Rêber APO nêrîna jinên cîhanê eşkere ye: Dema azadiya Rêber APO hatiye!

Ji Fîlîpîn heta Meksîka, ji Ewrupayê heta Avustralya û ji wir ve heya Rojhilata Navîn, jinên cîhanê ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bandor dibin. Ligel tecrîda giran ya Îmralî jî felsefeya Rêber APO belav dibe û hêviya gelan ji nû ve geş dike.

Jinên cîhanê, di 1’emîn Konferansa Jinên Navnetewî ya bi dirûşma “Şoreş di qonaxa pêkhatinê de” ye, û “Tora Jinan Siberojê Dihûne” ku li bajarê Elmanya Frankfûrtê hatibû lidarxistin de bi hevre gotin; Dema azadiya Rêber APO hatiye.