Edîle Xanim yek ji jinên navdar ên Kurde ku di sedsala borî de jiyan kiriye. Wê demekî di rêvebirina karûbarên siyasî û civakî yên Eşîra Caf li Helebce de cihê xwe girtiye. Herwiha yek ji jinên Kurde ku di dîrokê de piştras kiriye ku jin dikarin rolên bi bandor bi leyizin.
Îro salvegera wefata yek ji jinên pêşeng ên Kurd Edîle Xanime. Wekî Rojnews bi serçaveyên dîrokî qala jiyan û karên ku Edîle Xanim kirin ji we xendekarên hêja re bi kurtî eşkere dikîn.
Edîle Xanim kiye?
Edîle Xanim keça Ebddulqadir Begê kurê Hemîd Begê kurê Mehmûd Begê Kurê Ehmed Begê Sahîbqirane. Gelek serçaveyên dîrokî eşkere dikin ku Edîle Xanim di sala 1859’an de li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Edîle Xanim di temenê 18 salî de li gel Osman Paşa di zewice û di çe li Helebce bi cih dibe.
Tirk li dijî zewaca Osman Paşa û Edîle Xanim bûn
Osman Paşa di dema serdanekî xwe ya li Sine de Edîle Xanim dibîne û piştre di zewicin û tîne Helebce. Ji ber wê yekê dewleta Tirk yanî Osmanî gelek hewil didin ji bo astengî derxin ji bo Osman Paşa û Edîle Xanim nezewicin. Armanca wana ew bû ku zewaca wana asteng bikin ji bo peywendiya eşîreta Caf li gel Sefewiyan xurt nebe. Lê hemû hewildanên wan vala derdikevin.
Rol û cihê Edîle Xanim di rêvebirina Eşîra Caf de
Tevî ku Edîle Xanim di destpêkê de ne ji Eşîra Caf bû, lê bi zîrekî û jêhatina xwe karî rolekî baş di nava Eşîreta Caf de bigre. Piştî ku Osman Paşa di sala 1889’an de dibe qeymeqamê Helebce, hîn zêdetir derfet ji bo Edîle Xanim çêdibe ji bo li gel hevserê xwe beşdarî di rêvebirina kar û barên hikûmî yên bajêr de bike.

Edîle Xanim di wê serdemê de bi fikra xwe û jêhatina xwe karî rolekî berbiçav di rêvebirina kar û barên deverê de bigre û nav û dengê xwe derxe. Herwiha karî peywendiyekî baş li gel eşîretên din de dayne. Edîle Xanim hem di serdema Osman Paşa hem jî piştî mirina Osman Paşa karî hem di warê siyasî, aborî û civakî de bibe xwedî biryar û cihekî giring. Di wê serdemê de ji aliyê Inglîzan ve jêre dihat gotin kiralîçeya bê tac ya Şarezûrê, ji ber ku piştî mirina Osman Paşa hemû desthilatî di destê wê de hebû.
Karên ku Edîle Xanim di wê serdemê de kirin
Edîle Xanimê gelek ji avakirin, pêşxisitina zanist û xwendinê hez dikir. Ji bona wê li Helebce bazarek û çend avahiyekî mezin çêkir ku hinek ji karên wê yên herî giring evbûn:
– Sê qesrên mezin yên mîna qesrên Sine avakir ku wekî wan qesran li Silêmanî nebûn.
– Dadgeheke serbixwe û taybet avakir û wê bixwe hemû karên wê birêve dibir. Hemû pirsgirêk û nakokî li cem wê dihatin çareserkirin. Hemû zilam û kesayatên olî ku ji aliyê Osmaniyan ve dihatin erkdarkirin bêy biryara Edîle Xanim nedikarin tiştek bikin.
– Girtîgehek nû li Helebce çêkir.
– Rolekî baş di rêvebirina şaredariya bajêr de hebû. Dîroknasê Inglîz Major Soane şeş mehan li nêzî Edîle Xanim û kurê wî Tahir Beg ma û ji jêhatina wê mabû şaşmayî.
– Bazarekî qeyserî bi tolan çêkir, tê de 54 dikan hebûn.
– Mizgeftek bi navê Xanim avakir hemû xerciyên wê xist ser xwe.
– Karî ku yekitiya nava Eşîreta Caf bi parêze û bi jêhatina xwe destwerdanên Tirkan kêm bike.
Bi kurtî Edîle Xanim bi zîrektî û rolê xwe yê di rêvebirina bajêr de karî Helebce wek gundekî wêran bûyî, bike bajarek avakirî. Mêvanxaneya wê hertim tije bû ji mêvanên navxweyî û biyanî.
Piştî temenekî dirêj ku hemû diber xizmeta gelê xwe de derbaz kir, di sala 1924’an de di temenê 65 salî de koça dawî kir. Edîle Xanim li goristana Ebabeylê li nêzî Helebce hate veşartin.
(şk)