Edîtora servîsa Kurdî ya Jinnewsê û nivîskar Roza Metîna li mala xwe hate destgîrkirin.

Polîsên dewleta Tirk serê sibehê avêtin ser mala nivîskar û edîtora servîsa Kurdî ya Jinnewsê Roza Metîna û ew destgîr kirin.

Hate ragihandin ku Roza Metîna ji ber lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya têkildarî KCD’ê hatiye destgîrkirin û ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.