Ji endamên berê yê artêşa Tirk Yannis Vasili Yaylali got, sûcên şer ên ku di dema desthilatdariya AKP-MHP’ê de hatine kirin, bi 10 qatî ji yên salên 90’î zêdetir bûne û êdî pêwîstî bi veşartina wan jî nayê dîtin.
Îbrahîm Yaylali ku weke efserekî artêşa Tirk di salên 1990’î de tevlî şerê li Kurdistanê bû, tevlî sûcên şer bû, şahidî ji wan re kir, ji aliyê gerîla ve dîl hate girtin û piştî 2 sal û 8 mehan hate berdan. Yaylali ku li gorî malbatê, dibistanê, derdorê û herî dawî jî li nava artêşê li gorî îdeolojiya nijadperest a Tirk-Îslamperest mezin bû, di dema dîlgirtinê de gelekî guherî. Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir. Her wiha ji nameya ku dewletê ji bavê wî re nivîsî hîn bû ku Rûm e. Diyar kir ku bi vî rengî bû mirov, azad bû û bû Yannis Vasilis Yaylali. Yaylali anî ziman ku mîrateya dîrokî ya ku feraseta desthilatdariya heyî xwe dispêre divê ji nedîtî ve neyê, komkujî, koçberkirin, talan, destavêtin êdî bûne polîtîkayeke bi rêk û pêk, ev sûcên tên kirin ji yên salên 1990’î jî girantir bûne û pêwîstî bi veşartina wan jî nayê dîtin.
Yaylali ku beriya demekê neçar ma ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanistanê bibe ji ANF’ê re axivî. Yaylali bi bîr xist ku komkujî, qirkirin, destavêtin, talan û Tirkkirin ji Osmanî heta Komara Tirkiyeyê 150 sal in tê kirin û got, “150 sal in ji bo Tirkkirina vê cografyayê hewl dan. Armanca Osmaniyên ciwan, Îslampîstan, Îttîhatperestan û Kemalîstan hemû weke hev bû. Ti ji wan serî li rêyên demokratîk nedan. Pêkhateyên dewletê hemû tevlî qirkirina Suryan, Ermen û Rûm ên Pontûs bûn. Nêzîkatiya li gelên li derveyî Tirkan, nêzîkatiya li baweriyên li derveyî Îslam a Sûnî li holê ye. Nêzîkatiya li Yewnanistan, li Qibrisê li holê ye. Tê dîtin ku bi destê Azeriyan çi li Ermenistanê dikin. Bûyerên ku îro diqewimin dewama polîtîkaya Tirkkirinê ya 150 salî ye. Bi her awayî mekanîzmayên qirêj bi kar tînin.”
‘PÊWÎSTÎ BI HEWLDAN Û TÊKOŞÎNEKE HEVPAR HEYE’
Yannsi Vasilis Yaylali ragihand ku ij dema Osmanî û vir ve sîstema destavêtin, talan û wêrankirinê li dijî Rûm, Ermen, Suryan û Kurdan dimeşîne û got, “Êşkence, destavêtina li jinên Kurd ji xwe re weke mafekî dibînin. Vî mafê xwe jî dispêrin ‘fetih’kirinê.”
Yaylali got, “Dewlet û artêşa heyî çavsor bûye. Lewma ne tenê êrişî Kurdan, Tirkên muxalîf, Ermen û Rûman dike, her wiha herêm bi temamî ji ber vê dewleta çavsor di nava êgir de ye. Sûriye, Iraq, Yewnanistan, Ermenistan hemû di nava êgir de ne. Lewma lîderê sexte yê ku xwe weke Enver, Talat, Cemal dibîne, bi çavsorane tevdigere. Li dijî vî lîderê sexte pêwîstî bihewldaneke hevpar heye. Eger têkoşîn neyê meşandin, bûyerên ku niha diqewimin li ber bûyerên ku sibe biqewimin wê gelekî sivik bin.”
‘PÊVAJOYA JINEDÎTÎ HATINÊ BI DAWÎ BÛ’
Yannis Vasilis Yaylali ragihand ku dewlet hemû, gelên cîran, Ewropa divê êdî karaktera olperest, neteweperest, faşîst û nijadperest a dewleta Tirk bibînin û got, “Girgîng e gel û welat hemû vê rastiyê bibînin û li gorî wê tevbigerin. Bi taybetî em Rûm ên ku pêşiyên wan hatin qirkirin, Yewnanistan, Ermen, Kurd têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re di ber çavan re derbas bikin. Êdî dema jinedîtî hatina komkujî û qirkirinê qediya ye. Eger naxwazin ev agir li welatê wan belav bibe, divê teqez têkiliya xwe ya bi Kurdan re sererast bikin. Ji bo Îran û Sûriyeyê jî rewş bi vî rengî ye.”
‘DIVÊ BÊ RAWESTANDIN’
Yannis Vasilis Yaylali diyar kir ku weke sûcdarekî berê yê şer dixwaze bang li raya giştî bike û got, “Rewşa heyî ji ya salên 90’î bi 10 qatî girantir bûye. Berê me sûcên şer heta astekê dikir û ji bo veşartinê gelekî hewl didan. Lê îro destavêtina li jinên Kurd, avêtin amirovan a ji helîkopterê, revandin û kuştina mirovan bi rengekî eşkere tên kirin. Ne tenê gelê Kurd, nirxên mirovahiyê hemû dibin hedef. Me êrişa li ser Ayasofyayê dît. Ev tifaqa kîn, nijadperest û Îslamperestiya siyasî, me dît bê çi bi gelên li Iraq û Sûriyeyê kir. Dixwazim bêjim ku kêm maye ev şewat li Kafkasan, li Rojhilata Navîn, Efrîka û Ewropayê belav bibe. Li gorî vê yekê divê dest ji berjewendiyên rojane bê berdan û pêşî li vê dînîtiyê bê kirin. Ev bang ji bo min hem wezîfeya mirovahiyê ye hem jî wezîfeya min a wefayê ya ji bo Kurdan e ku ez ji nû ve bi mirovahiyê dan naskirin. Divê her kes zanibe ku dikare bibe hedefa dewleta Tirk û li gorî vê yekê tevbigere.”