Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan (Vahdettîn Karay) û hevrêyên wî bi bîr anî.Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan (Vahdettîn Karay) û hevrêyên wî bi bîr anî.

Civîna bîranînê li Navenda Çanda Kurd a Lîmassol Tehofîlosê pêk hat û endamên Komîsyona Malbatên Şehîdan û gelek Kurdistanî tevlî civînê bûn.

Li qada civînê wêneyên endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Egîd Civyan, Canfeda Goyî (Tekîn Yildirim) û Hebûn Girê Spî (Xelîl Kavûs) ku 11’ê Îlonê li navçeya Şaxê ya Wanê di şerê dijî dewleta Tirk de şehîd bûn hatin daliqandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna demokrasî û şoreşê, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna fermandar Egîd Civyan hate nîşandan.

Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat piştre axivî û diyar kir ku wê şopdarê têkoşîna şehîdan bin.

Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” bi dawî b