Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda mutleq de tên ragirtin 38 meh in tu agahî nayên girtin.
Hevdîtinên bi malbat û parêzeran re tên astengkirin û ji bo şikandina tecrîdê, di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” hatibû destpêkirin. Kampanya roj bi roj mezintir dibe.
Di çarçoveya kampanyayê de yek ji saziyên ku ji bo bidawîkirina tecrîdê jê tê xwestin bikeve nava tevgerê jî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ye.
Ji bo vê kurd û dostên wan ketin nava gelek hewldanan. Herî dawî zimanzanê navdar Noam Chomsky j3i di nav de ji cîhanê gelek akademîsyen, sendîkavan, nivîskar û rojnameger û şexsiyetan bi sernavê “bangawaziyeke lezgîn a ku divê tavilê esas were girtin” nameyek ji CPT’yê re şandin.
Yek ji îmzevanên nameyê jî Nûnerê Têkiliyên Derve ya Meclisa Gel a Kurd a Ingilistanê Egît Karataş bû. Karataş bû.
Karataş, da zanîn ku zêdetirî 20 sal in Peace in Kurdistan (Înîsiyatîfa ji bo Kurdistanê Aştî) ku ji hêla zêdetirî 70 akademîsyen, siyasetmedar, parlamenter, profesor û hwd. ve hatiye avakirin, ji bo azadiya Abdullah Ocalan di nava hewldanan de ye û wiha got:
“Nameya me ji CPT’yê re şandî, destpêka serlêdanan e. Ev ne xebateke ji bo carekê tenê bû. Ev destpêkek bû. Ji bo partiyên siyasî û parlamenterên li Ingilistanê jî bi îmzeyên xwe nameyan bişînin em ê xebatan bidomînin. Gelê kurd dê bi sedhezaran nameyan ji CPT’yê re bişîne û zexta dîplomatîk bidest destpêkirin. Em vê xebatê li gel sendîkayan didomînin. Di vê çarçoveyê de dê festîwalên sendîkayan jî çê bibin.”