Tevgerên ekolojiyê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi pêşengiya Tevgera Ekolojiya Mezopotamya, serdana herêma şewata ya li navbera Amed û Mêrdînê kirin.

Şandeya Ekolojîstan, pêşî çû gundê Kelekê yê Şemrexê, lêkolîn kir û bi gel re hevdîtin kir.

Paşê şande çû gundê Tobîniyê yê navçeya Çinarê û daxuyaniyek dan.

Berdevkê Tevgera Ekolojiya Mezopotamya Gokhan Saran axivî û got; Navenda rantê DEDAŞ a bûye sedema şewatê. Desthilatdariyê jî bi tu awayî mudaxileyî şewatê nekiriye. Şewata çêbûye qesda canê gel û malê wan kiriye û di ekosîstemê de texrîbateke mezin çêkiriye.”

Saran diyar kir ku bi salan e li hemberî gelê Kurdistanê û erdnîgariya Kurdistanê di warê aborî, ekoloji û çandî de qirkirin çêdibin û qadên jiyanê tên texrîbkirin.

Di raporên fermî de sedema şewatê ji ber elektrîkê derketiye. Li hemberî vê rastiya desthilatdarî, bi her awayî hevsengiya xweza û civakê serobinî hev dike û tu tedbîran jî nastîne.

Paşê Berdevka Komîsyona Ekolojî û Çandiniyê ya DEM Parti Melîs Tantan axivî û bang li desthilatdairt kir ku herêma şewatê wekî herêma karesatê ragihîne.

Berdevkê Yekîtiya Ekolojiyê Süleyman Eryilmaz jî axivî û got: Ev şewat, ne şewata ji firazeyê ye. Me simbilên neşewitî dîtin. Em bi rûxandineke mezin re rû bi rû ne. Em ê piştevaniya bi we re xurt bikin.”

Şandeyê destnîşan kirin kui ew ê piştreraporekê amade bikin û bi raya giştî re parve bikin.