Rayedarekî ku nexwest navê xwe bide ji AFP’ê re axivî û diyar kir El Qaîdeyê li navçeya Somaayê navendeke tenduristiyê ya camweriyê berbangê bi dênemetê firandiye hewayê.

Li vê navendê bûroya diransaz Mutha el Yusufî jî hebû, ku 15’ê Tebaxê hatibû kuştin. El Qaîde Yusufî tawanbar dikir bi îdîaya ku sîxûriya hikûmetê dike û ji  bo êrîşên drone yên Emerîkî agahiyê dide û ew çarmîx kiribûn.

El Qaîdeyê li ser hilfirandina navenda tenduristiyê got ev der, ”cihekî wiha ye ku cîhadî lê têne înfazkirin”.