Serokê Partiya Pêşerojê yê Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan got: “Ne ji mafê kesên ji derve ye, bi hincetan mûdaxeleyî herêmê bikin. Heger pêwîstî bi herêma “ewle” hebe, bila gelê Sûriyê vê herêmê ava bikin û bi rêve bibin.”

Serokê Partiya Pêşerojê yê Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan armancên Tirkiyê yên ji bo avakirina herêma “ewle” li Sûriyê nirxand.

El- Qeftan diyar kir ku îsrara Tirkiyê ya ji bo mijara avakirina herêma “ewle” ew e ku Tirkiye baş dizane têkiliyên wê bi DYA‘yê re ji bo pêkanîna vê projeyê têk diçin.

El-Qeftan got: “Tirkiye naxwaze herêmeke “ewle” wekî ku armanc dike, ava bike. Ji ber wê gumanên gelê herêmê ji gefên Tirkiyê yên li ser herêmê hene. Tirkiye dixwaze projeya Neteweya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşnekeve. Dixwaze sîstemeke navendî li herêmê ava bike, mîna ya li Tirkiyê ava kiriye.”

Îbrahîm El-Qeftan axaftina xwe wiha domand: “Armanca Tirkiyê ya avakirina herêma “ewle” ew e ku aloziya herêmê kurtir bike. Heger Tirkiye bi rastî dixwaze herêmeke “ewle” ava bike, çima li ser xaka xwe ava nake. Armanca wê krîzê li herêmê kur bike, mîna Efrîn, Idlib û herêmên din ên ku dagirkirine. Di heman demê de dixwaze pirsgirêkên xwe yên navxweyî derbasî dewletên cîran bike.”

El- Qeftan hêvî kir ku Tirkiyê bi dirûstî nêzî welatên cîranê bibe û di avakirina Sûriyeke pêşerojê de roleke erênî bilîze.

El-Qeftan di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku dewleta Tirk mîna dewleta Osmanî tevdigere û dixwaze gelek deverên li Sûriyeyê dagir bike da ku împratoriya Osmanî zindî bike.

El-Qeftan destnîşan kir ku divê rejîma Sûriyê piştgiriyê bide gelê xwe û wiha pêde çû: “Nabe rejîma Sûriyê, Tirkiyê bike kaxezeke zextê li dijî gelê Sûriyê. Berovajî wê divê herêmê biparêze.”

El- Qeftan destnîşan kir ku QSD, MSD û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin ku pêwîst e hemû cîhan beşdarî şerê tinekirina terorê bibin û got: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li şûna cîhanê şerê terorê kirin.”

El-Qeftan axaftinên xwe wiha domand: “AKP dixwaze herêmên ku dagir kirine berfireh bike û ji nû ve aloziyê derxîne. Lê divê tevahî cîhan beşdarî şerê li dijî terorê bibe û destekê bide ewlehiya herêmê. Bi taybet rejîma Sûriyê, Rûsya û dewletên Ewropayê  da ku teror li cîhanê belav nebe û alozî dîsa venegere.”

El-Qeftan destnîşan kir ku siyaseta Tirkiyê li Sûriyê ber bi aloziyê ve diçe û got: “Tirkiyê yekemîn alî bû ku aloziya Sûriyê gur kir û dixwaze ev alozî dewam bike. Ev rewş dê ji bo Tirkiyê ne cihê xêrê be. Lewra divê li hesabên xwe vegere. Tirkiyê ti rojî xwe nespartiye aborî xwe. Di serî de mijara penaberên Sûriyeyê bikar tîne. Koçberiya ji Sûriyê aboriya Tirkiyê geş kir. Tirkiye penaberan wekî amûreke pêşxistina aboriya xwe dibîne û pê gefan li dewletên Ewropayê dixwe da ku budceya penaberan bidin.”

El-Qeftan bang li penaberên Sûriyê kir û wiha got: “Vegerin welatê xwe, em bibin xwedî proje ne. Herêmên me fireh û bi ewle ne. Hemû gelê welatiyên Sûriyê hembêz dike. Yên ku cihê xwe di vê projeyê de negire, dê di projeyên aliyên din de be.”

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan di dawiya axaftina xwe de got: “Gelê herêmê mafdarin ku aramiya herêmê biparêzin. Ne ji mafê kesên ji derve ye, bi hincetan mûdaxeleyî herêmê bikin. Heger pêwîstî bi herêma “ewle” hebe, bila gelê Sûriyê vê herêmê ava bikin û bi rêve bibin.”

(bb)

ANHA