Elawî nameyek pêşkêşî serokkomarê Iraqê kir ku tê de bal dikişîne li ser vê yekê û dibêje: “Dema ku ez ji bo vî karî hatî hilbijartin, min ji gelê xwe re soz dabû ku eger her aliyek destwerdan û gef li ser min çêbike ez ê dest ji kar berdim. Min dixwest hikûmetekî serbixwe ku dûr ji gefên derve û gefên ji aliyekî ve hatîn diyarkirin pêkbînim.”

Her wiha qala vê jî kiribû ku di demê amadekirina pêkanîna hikûmetekî serbixwe de rastî gelek mijaran hate ku gelek alî xwestin ji bo berjewendiyên xwe hevdîtinan li gel wî bikin. Ellawî got: “Ew alî bê ku welat û xwîna wan şehîdên ku di xwepêşandana meydanan de hatine rijandin bifikirin, tenê berjewendiyên xwe li ber çavan girtibûn. Min tenazûlî ti alî û kesekê nekiriye.”

Elawî ev jî diyar kir ku ew di navbera du bijardekan de maye, yek ji wan ku bibe serokwezîr û heqîqeta xwe ji dest bide û ya din jî vegera li gel miletê xwe. Elawî dibêje: “Biryar ji bo min gelek hêsanî bû ji ber ku min sebra xwe da gelê xwe, bi taybetî dema ku ez dibînim çend aliyên siyasî ne cidîne li ser reform û li ser sozên xwe yên li gel milet dayîn.”

Di dawiyê de jî Elawî peyamekî dide gelê Iraqê û dibêje: “Ji bo gelê Iraqê yên hêja li ser xwepêşandanên xwe berdewam bin, da ku ew zehmetiyên we vala neçin û ez jî wê tevlî rêzên we bibim.”

Li Iraqê xwepêşandanên li dijî hikumetê ku 1’ê Cotmeha 2019’an dest pê kirin û hîn jî dewam dikin.

Li ser daxwaza xwepêşandêran Serokwezîr Adil Abdulmehdî di 29’ê Mijdara 2019’an de îstifa kiribû.

Piştî îstifaya Abdulmehdî demeke dirêj ji bo avakirina hikumeta nû lêgerîn û hevdîtinan dewam kirin.

Herî dawî Mûhammed Tewîfk Ellawî ji ber ku siyasetmedarekî serbixwe ye, di 1’ê Sibatê de ji bo avakirina hikumeta nû hate wezîfedarkirin.

Dihate payin ku Ellawî di nava hefteya derbasbûyî de hikumeta xwe pêşkêşî dengdana pêbaweriyê bike. Lê belê ji ber nelihevikrina Kurdan, Sûniyan û hin Şîan, piraniya parlamentê kom nebû û dengdan nehate kirin.

Parlament doh jî bi heman armancê li hev kom bû, lê ji ber kêmbûna tevlîbûna parlamenteran nekarî vê rûniştina xwe pêk bîne.