Êlek Zer ên ku bi mehan e li Fransayê di çalakiyê de ne, ji bo hilbijartina di meha Gulanê de ya Parlamentoya Ewropayê bi navê ‘Yekîtiya Zer’ lîsteyeke namzetan amade dikin.
Yek ji berdevkê Êlek Zeran Frederîc Îbanez ji BFM TV a Fransayê re axivî û diyar kir ku wan ji bo hilbijartina Parlamentoya Ewropayê lîsteyeke nû amade kirine.
Hate ragihandin ku di lîsteya bi navê ‘Yekîtiya Zer’ de nêzî 40 namzet hene. Îbanez diyar kir ku ji bo lîste ne girêdayî tu partiyê be, ew baldar tevgeriyane û bal kişand ser vî tiştî ku namzet ‘ji asoyên cihê’ tên.
Îbanez diyar kir ku wan pênc temayên girîng derxistine holê û got ku “Em hêvîdar in ev tişt li gorî daxwazên di navenda çalakiyan de bin.”
Îbanez diyar kir temayên wan ‘hêza kirînê, malnişînbûn, koçberî, edaleta civakî û baca civakî û serwerî ye’ye bal kişand ser vî tiştî ku piştî nîqaşên dirêj wan xwestine gelek kes tevlî wan bibin û got “Ev nîqaş dengê kolanan e. Heke têkoşîna li kolanan tune be, îro em ê ne li vir bûna.”
Hefteya borî Êlek Zer bi navê ‘Meclîsa Meclîsan’ kom bûbûn û di vê çarçoveyê de bangên xwe yên yekemîn kiribûn.
Meclîsa Meclîsan di daxuyaniya xwe de diyar kiribûn ku ew li dijî bihabûna jiyanê û sefaletê serî hildidin û gotibûn ku “Em ji bo malbat û zarokên xwe jiyaneke bi rûmet dixwazin. Em ne sefaletê lê dewlemendiyê par ve bikin. Ji bo her kesî divê meaş werin zêdekirin, ji bo her kesî mafê tendirustî, perwerdehî û xizmetên raya giştî yên bêpere em dixwazin.”