Li bajarê Hesekê gelek sûkên gelerî yên gerok hene. Şênî bi girseyî berê xwe didin van sûkan û pêwîstiyên xwe peyda dikin. Em ê di vê raporê de sedema alaqeya mezin a şêniyan ji bo sûkan bidin nîşan.

Li bajarê Hesekê  gelek sûkên gerok hene. Ev sûk ji roja Şemiyê heta Pêncşemê, her rojekê li taxekê tê vekirin û bi navê rojên hefteyê ango roja tê vekirin tê nasîn. Li van sûkan çadir tên vegirtin, beste têne raxistin, kel û pel têne firotin.

Di van sûkan de tevahî pêdiviyên malê; ji alavên aşxanê heta zebze, fêkî, cil û berg û hwd hene. Bi bihayekî guncaw û erzan, kêmî yên sûkên normal tên firotin.

Şênî bi awayekî girseyî berê xwe dide sûkan. Him ji ber ku nêzî malên wan e û him ji ber ku hemû pêwîstiyên wan lê peyda dibin. Lê tevî vê jî hin azar hene, weke bêparastin, nerêxistibûyîn û bê çavdêriya şaredariyan.

Ajansa me  sûka Pêncşemê ya li taxa Ezîziyê şopand.

Girêdayî wê jina bi navê Fatma Ehmed a ku cil ji zarokên xwe re dikirîn got: “Di roja Pêncşemê de em berê xwe didin vê sûkê. Ji ber ku bihaya wan erzan e û hemû pêdiviyên malê lê hene.”

Jina bi navê Ayşe Xelef a ji taxa Ezîziyê got: “Bihaya kel û pelan li sûkên normal pir bilind e. Lê bihayên li sûkên gelêrî li gorî dahata  me tên. Ez her Pêncşem berê xwe didim sûka gelêrî. Em dixwazin sûk hefteyê de du caran werin vekirin.”

Mihemed Mehmûd ji bajarê Helebê koçber bûye û ji xwe re besteyek daniye. Mehmûd got: “Girseya gel berê xwe dide sûkên gelêrî ji ber bihayê kel û pelên wî erzan in. Sedema erzanbûnê jî ew e ku kirêya dikan û bacan nadin. Sûk di nav taxan de ye, şênî neçar namînin ku kiriya erebeyê ji bo çûn û hatinê bidin.”

Baste, kel û pelên sûkê li erdê û di germê de têne raxistin. Xwediyê basteya biharatan Zekeriya Xidir bang li aliyên pêwendîdar kir ku cihên taybet ji van sûkan re dabîn bikin, zemîn û bana wê jî amade bikin.

(fr/bm)

ANHA