Dewleta Tirk êrîşên dagirkeriya li ser axa Başûrê Kurdistanê berfireh kiriye. Bi hevkariya PDK`ê Başûrê kiriye navenda îstixbarat û karê sîxûrtiya MÎT’ê.

Di belgeya ku di “Rojnameya Jiyan” a ku li Başûrê Kurdistan weşan dike de hate parvekirin, hatiye destnîşan kirin ku îstîxbarata Tirk MÎT`ê li bajarokê Amediyê ya ser bi bajarê Dihok ê 5 navendên ava kirine û her cûre çekên giran jî lê bi cih kirine. Her wiha balafirgeha Amediyê jî ji bo êrîşên li dijî Qadên Parastina Medyayê bi kar tîne.

Her wiha MÎT’ê baregehek li Sîrê ya bajarokê Şêladiz, li Girê Bardoz û yek jî li devera Kanî Masiyayê ava kiriye.

Têkildarî mijarê, nivîskar û siyasetmenderê Kurd Elî Kerîmî ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku hilbijartinên Iraqê ji êrîşên dewleta Tirk re nebûn bersiv.

‘PDK eşkere alîkariya MÎT’ê dike’

Kerîmî destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk li dijî hemû deskeftî û vîna gelê Kurd şer dike û got:”Îstîxbaratên dewleta Tirk a dagirker li hemû cihên Başûrê Kurdistan xwe bi cih kirine. PDK`ê jî eşkere alîkariya MÎT`ê dike û dewleta Tirk a dagirker baregehên xwe li gel baregehên PDK`ê ava dike û çekên giran li wir zêde dike.”

Kerîmî da zanîn ku dewleta Tirk bi zêdekirina baregeh û çeken giran li herêma Başûr peyama dijberiya vîna gelê Kurd dike û amadekariya êrîşeke mezin dike û wiha dewam kir:” PDK bi siyaseta birakûjî dîsa têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re çêkiriye. Dewleta Tirk PDK`ê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û PDK`ê jî bi lîstoka dewleta Tirk tê xepandin. Lê wê dîrok ji PDK`ê hesap bixwaze.”

‘Erkê hikumeta Iraqê ye ku pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bigre’

Siyasetmedar û nivîskar Kerîmî nêzîkatiyên hikumeta Iraqê derbarê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Nêzîkatiya hikumeta Iraqê ji êrîşên dewleta Tirk re diyar dibe ku vîna xwe teslîmî dewleta Tirk kirine. Gelê herêmê li dijî êrîşan nerazîbûna xwe nîşan didin, lê mixabin hikumeta Iraqê tu helwestên ku li pêşiya êrîşê bigre diyar nake û ew jî dibe sedema ku krîza Başûrê Kurdistan kur bibe. Erkê hikumeta Iraqê ye ku pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk re bigre.”

‘Rewşa Başûrê Kurdistan di bin xeteriyeke mezin de ye’

Elî Kerîmî di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser krîza aborî, civakî û siyasî ya Başûrê Kurdistan û rola dewleta Tirk di vê krîzê de û ev nirxand kir:”Dewleta Tirk roleke bi bandor di krîza Başûrê Kurdistan de dilîze. Dewleta Tirk bi hinceta PKK`ê dixwazê herêmê vala bike û hemû lêşkerên xwe li wir bi cih bike. Di nav êrîşên dewleta Tirk de gelek sivîl hatin qetilkirin û xweza jî gelek ziyan dît. Rewşa Başûrê Kurdistan di bin xeteriyeke mezin de ye.”

Yekitiya Kurdan wê pêşiya êrîşan bigre

Kerîmî banga lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dijmin ji neyekbûna Kurdan sûd werdigre û êrîşên xwe dijwartir dike. Bi yekitiya gelê Kurd wê hemû êrîşên dijmin pûç bibin. Divê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê demeke pir nêz de were lidarxistin û bi vî awayî wê êrîşên li dijî Kurdistanê werin şikandin.”

ANHA