Seroka Giştî ya DP’ê Torûn: Em, avakirina xeteke yekbûyî ya têkoşîna dijî faşîzmê girîng dibînin.

Yek ji pêkhateyên HDP’ê Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger (DP) Elîf Torûn bernameya têkoşînê ya serdema nû ya HDP’ê ji ANF’ê re nirxand û destnîşan kir ku dem dema mezinkirina hêviyê ye.

Elîf Torûn bal kişand ser têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê û got, “Ev çarçoveya ku me destnîşan kiriye, rabûna li ber vê desthilatdariyê ye. Bi şiyara ‘Em bi hev re rabin ser piyan û hêviyê mezin bikin’ dem dema destnîşakirina rêyeke nû ye. Jiyana azad û wekhev a gelan, parastina xwezayê, mafên kedê, parastina aştiya civakî û azadiya jinê, avakirina Tirkiyeyê ne. Em li ser vê bingehê bernameya têkoşînê ya serdema nû pêşwazî dikin.”

Elîf Torûn destnîşan kir ku ji bo bernameya têkoşînê ya demokratîk ew ji destpêkê ve di nava vê pêvajoyê de ne û got, “Me biryar dan ku tevî hevrêyên xwe yên jin, ciwan bi partiyên din ên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtinê bikin û xeteke hevpar a têkoşînê destnîşan bikin. Her wiya aboriya xwe dispêre mirovan ku Komîsyona Kedê û Aboriyê destnîşan kiriye jiyanî ye. Vê krîza aborî û siyasî herî zêde bandor li karkeran, xizanan û kedkaran kir. Dema bê dibe ku 10 milyon karker bêkar bimînin. Ji ber ku dem ew dem e ku em berê xwe bidin çîna karker.”

Elîf Torûn ragihand ku wê beşdarî ‘meşa demokrasiyê’ ya 15’ê Hezîranê bibin û got, “Bi navê DP’ê em girîng dibînin ku li dijî faşîzmê xeteke yekbûyî ya têkoşînê bê avakirin û li dijî êrişên heyî berxwedan bê kirin. Divê li dijî faşîzmê em di têkoşîna çalak a kolanan de bi biryar bin. Têkoşîna karker, kedkar, jin, ciwan û bindestan wê faşîzmê têk bibe.”