Seroka Giştî ya DP’ê Elîf Torûn Oneren diyar kir, li Tirkiyeyê ku kuştina jinê, êrişên nijadperestî yên li dijî Kurdan, bêkarî û bûyerên xwekuştinê zêde bûne, rewşa heyî ya kaosê bi destê desthilatdariyê hatiye afirandin.
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger (DP) Elîf Torûn Oneren kuştina jinan, êrişên li dijî jinan ên li Tirkiyeyê ji ANF’ê re nirxand. Oneren polîtîkaya bêcezahiştinê ya dewleta Tirk rexne kir û anî ziman ku desthilatdarî ji kuştina jinan berpirsyar e. Oneren got, “Ji bo desthilatdariyê cihê tirs û fikarê ye ku jin mafê xwe yê xweparastinê bi kar bîne” û destnîşan kir ku jinên tundî li wan tê kirin divê mafê xwe yê xweparastinê bi kar bînin.
Oneren bal kişand ser komkujiyên nijadperestiyê yên ku li Tirkiyeyê zêde bûne û têkildarî polîtîkaya bêcezahiştina tecawizkar û kujeran ev nirxandin kir: “Polîtîkaya bêcezahiştinê ne rewşeke nû ye. Rêxistiniyeke welê li hemberî me heye ku desthilatdarî û dewleta dijminê jinê û bi serweriya mêr di nav de cih digire. Vê rêxistiniyê ji xwe re kiriye armanc ku her carê sûcên mêran binixumîne, wan biparêze, bike ku komkujiya jinan bi hêsanî bê kirin. Sedema bingehîn a vê yekê jî ew e ku dixwazin polîtîkayên xwe bi rêk û pêk bike û ji hêza jinê ditirsin. Lewma li her qadê, êrişên zayendî, psîkolojîk û fîzîkî yên mêran ên li dijî jinan ji nedîtî ve tê.”
XWEPARASTIN, MÊRAN DITIRSÎNE
Oneren diyar kir, mêrên ku jinan qetil dikin, ji ber ku zanin desthilatdariya mêr wan diparêze, kuştina jinan û êrişkariya xwe zêde dikin û destnîşan kir ku ji her cûre tundiya li dijî jinê, desthilatdarî berpirsyar e.
Oneren anî ziman kujin divê mafê xwe yê xweparastinê li her cihî bi kar bîne û got, “Jinên ku metirsî li ser jiyana wan heye, divê mafê xwe yê xweparastinê bi kar bîne. Ev yek jî desthilatdariyê ditirsîne.”
Oneren diyar kir ku bikaranîna mafê xweparastinê wê serweriya mêr lawaz bike û ji holê rake.
POLÎTÎKAYA TUNEKIRINÊ YA DESTHILATDARIYÊ
Seroka Giştî ya DP’ê Elîf Torûn Oneren bal kişand ser êrişên nijadperestiyê yê li dijî Kurdan ku mehên dawî li Tirkiyeyê zêde bûne û anî ziman, ku desthilatdarî ji vê rewşa kaosê xwe xwedî dike: “Li Tirkiyeyê niha atmosfereke kaosê heye ku bi dilxwazî hatiye afirandin. Desthilatdariyê ev kaos afirandiye û xwe jê xwedî dike. Gotinên nijadperestî, faşîst, polîtîkayên bloka AKP-MHP’ê yên ku gelan ji hev cihe dike, her roj zêde dibin. Desthilatdarî li dijî muxalîfên rasteqîn polîtîkaya tunekirinê dimeşîne.
Dema dawî li dijî Kurdan, li dijî mirovên ku neçar mane ji cih û warê xwe koçber bibin, li dijî karker, sosyalîst, her beşên civakê, xelkên bindest bi kurtasî li hemberî her kesên berxwedêr êriş zêde bûne. Sedema herî mezin a vê yekê jî ew e ku terka li keştiya tifaqa AKP-MHP’ê qelişî ye. Alîgirên desthilatdariyê êdî keştiya desthilatdariyê diterikîne.”
Oneren bal kişand ser nreazîbûna gelan a li dijî rûyê rast ê desthiladariyê û got, “Ev nerazîbûn û sekn, desthilatdariyê ditirsîne. Tirsa wan, şerê wan ê ji bo dewamkirina hebûna xwe bûye tirsa dilê wan. Ya rast, zêdebûna van êrişan ne ji ber xurtbûna wan e, ji ber tirsa wan e.”