Piştî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya 9’ê Cotmeha 2019’an a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şûnde Hikûmeta Federal a bi pêşengtiya Serokwezîr Angela Merkel ragihandibû ku bazirganiya çekan a li gel Enqerê dane sekinandin. Ragihandibû ku dagirkeriya weke ‘binpêkirina hiqûqa navneteweyî’ dibînin heta dom bike wê peymana firotina çekan a li gel Tirkiyeyê erê nekin.

Lê piştî demekê derket holê ku ev daxuyaniyên rêveberiya Berlînê tenê sembolîk bû. Ji 9’ê Cotmehê heta 18’ê Mijdara 2019’an bi qasî 3 milyon Eûro peymana çekan erê kiriye. Hikûmeta Merkel ‘firotina çekên nû û amûrên leşkerî bikaranîna wê ya li Sûriyeyê mimkûn dibîne’ bi vê yekê xwe parast, li gel vê bi taybet Partiya Çep û Partiya Keskan li gel wê yekê ne ku ambargoyeke ya çekan a berfireh li ser Tirkiyeyê bê danîn.

PARTIYA ÇEP: BILA RÊJEYA ÇEKÊN SALA 2019’AN HATÎ FIROTIN BÊN EŞKEREKIRIN

Wezareta Aboriyê ji bersivdayîna pêşnûme pirsa Partiya Çep a di nava sala 2019’an de çiqas çek ji bo Tirkiyeyê hatine firotin diyar bike reviya. Serokê Koma Partiya Çep Dîetmar Bartsch a bi gotinên tûj hikûmet rexne kir got: “Divê Wezîrê Aboriyê Peter Altmaîer dev ji veşartina bazirganiya çekan a li gel Tirkiyeyê kirine berde û daneyên sala 2019’an eşkere bike. Hikûmet divê dev ji vê helwestê berde.”

Hikûmeta Merkel daneyên firotina çekên di navbera mehên Çile û Tebaxê ya sala 2019’an a ji bo Tirkiyeyê eşkere kir. Li gorî vê di 8 mehên destpêkê ya sala 2019’an de bihayê 250 milyon Eûro çek firotiye. Ev dane dide nîşandan ku bazirganiya çekan a di navbera herdu welatan de ji sala 2005’an û vir ve ti demê ewqasî bilind nebûye.