Pereyê ku Elmanya ji bo ‘Kembera Tirk-DAÎŞ’ê ji saziyên Tirkan re dişîne, digihêje ber destê ÎHH.
Dema ku projeya malên brîket ên li Idlibê kete rojevê, beriya hevdîtina Merkel-Erdogan ÎHH’ê dest bi çêkirina malên navborî kiribû. Lewma tê gotin ku Heyva Sor a Tirk 25 milyon Euro yê ji Elmanyayê wergirt, ji vê saziyê re şandiye.
Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Ferda Çetîn hefteya derbasbûyî bi sernavê “Malên brîket ên Merkel ên li Sûriyeyê” nûçe-analîzek nivîsî bû. Ferda Çetîn diyar kiribû ku li bajarê Idlibê yê Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, 50 hezar malên brîket tên çêkirin. Li gorî lêkolîna ANF’ê jî, ji bo van malên ku Elmanya fînansoriya wê dike, aqûbeta pereyên hatine şandin heta niha ji aliyê meqamên Elman ve nehatiye lêkolîn.
Medya AKP’ê ev demeke bi sernavê “Tirkiyeyê li ser sînor bajarekî nû ava kir”, “Li Idlibê bajarekî ji 50 hezar avahiyan”, “Malên brîket ên Tirkiyeyê hêviyê dide Idlibiyan” û “Ji Erdogan 50 hezar malên brîtek ji bo Idlibiyan” mijarê radigihîne. Lê belê projeya malên brîket di 24’ê Çileya 2020’î de di dema serdana Serokwezîra Elman Angela merkel a li Stenbolê de biryar li ser hatibû dayin. Serokwezîra Elmanyayê piştî hevdîtina wê rojê derkete pêşberî çapemeniyê û diyar kir ku di çarçoveya mutabaqata Yekîtiya Ewropayê ya bi Tirkiyeyê re li ser penaberan amade kiriye, ji bilî alîkariya 2 paran a ji 3’ê milyar Euroyî, piştgiriyeke cudatir a alîkariya madî dibe ku bê kirin. Merkel got, “Mirovên li Idlibê ber bi Tirkiyeyê ve digrevin hewl didin di binê konan de demsala zivistanê derbas bikin. Weke Elmanya em dikarin piştgiriyê bidin ku ji bo wan avahiyên sabît bên çêkirin.”
ÎHH’Ê JI XWE BERÊ RAGIHANDIBÛ
Erdogan jî piştî Merkel axivî û bi heman gotinan îdîa kiribû ku pirsgirêka penaberên Idlibî bi konan çareser nabe û wan bi Heyva Sor a Tirk û AFAD’ê re gav avêtine ku ji bo destpêkê 10 hezar malên brîket bên çêkirin, ev hejmar jî wê bê zêdekirin. Agahiya ku Erdogan bi gotina ‘Me dest bi çêkirina malên brîket kir’ beriya rojekê di 23’ê Çileya 2020’î de li malpera fermî ya Weqfa Alîkariya Însanî (ÎHH) bi sernavê ‘Li Idlibê armanca ji bo çêkirina 10 hezar malên brîket’ hatibû ragihandin.
GUH NEDA SKANDALA HEYVA SOR A TIRK
Hefteyek piştî ku Merkel ji Tirkiyeyê derket, di 31’ê Çileya 2020’î de daxuyaniya ku dihate hêvîkirin ji Wezareta Karên Derve ya Elman hat. Wezaretê ragihand ku ji bo stargehên ji bo sivîlên ji Idlibê direvin, wê 25 milyon Euro alîkariya pereyan ji Heyva Sor a Tirk re bê dayin. Berdevkê Wezareta Karên Derve dema ku ev daxuyanî da, her wiha pesnê xwe jî da û diyar kir ku Elmanya ji bo alîkariya însanî ya ji penaberên Sûriyeyî welatê herî zêde bexşê dike. Saziya fermî ya alîkariyê ya dewleta Tirk Heyva Sor a Tirk jî heman demê bi skandaleke mezin di rojevê de bû. Heyva Sor a Tirk 8 milyar dolar bertîl dabû Weqfa Ensar, ku ‘weqf’a navborî bi destavêtina li zarokan di rojevê de bû. Di nava meseleyê de weqfa Malbata Erdogan TURGEV jî hebû. Du roj beriya ku Elmanya alîkariya 25 milyon Euroyî ragihîne, di 29’ê Çileya 2020’î de Heyva Sor a Tirk sûcdarî bi rengekî fermî qebûl kiribû.
ALÎKARIYA JI BO HEYVA SOR A TIRK DEWAM DIKE
Pereyê ku Elmanya dide Heyva Sor a Tirk ne tenê ev bû. Hikumeta Merkel ku par meha Gulanê bersiv da pêşnûme pirsa Partiya Çep, ragihand ku di bin navê alîkariya ji bo penaberên Sûriyeyî, Iraqî û Efgan, soz dane ku 463 hezar Euro alîkariyê bide Heyva Sor a Tirk. Pere di navbera salên 2019-2020’î de bi sê paran radestî dewleta Tirk hate kirin. Her wiha Yekîtiya Ewropayê jî milyarek û 600 milyon da Heyva Sor a Tirk bi navê alîkariya ji bo zarokên Sûriyeyî.
ÎHH LI ELMANYAYÊ QEDEXE YE
Cudahiya ÎHH ji Heyva Sor a Tirk ew e ku ji sala 2010’an û pê ve li Elmanyayê bi rengekî fermî qedexe ye. ÎHH ku ji bo Hamasê 6,6 milyon Euro pere kom kir, ji ber ‘fînansekirina rêxistinên terorê’ bi fermana Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîere hatibû qedexekirin, li gel îtirazên desthilatdariya AKP’ê jî di sala 20218’an Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal bi gotina ‘Qedexeya ÎHH ne li dijî destûra bingehîn e’ qedexe hatibû mayindekirin.