Wezîra Karên Derve Annalena Baerbock bi daxuyaniyekê hişyarî da ku “Rewş gelekî metirsîdar e û di her kêliyê de dikare xera bibe.”

Baerbock ragihand ku erka ‘kêmkirina aloziyê’ dikeve ser milê Rûsyayê û ji Rûsyayê xwest ku leşkerên xwe yên li ser sînor vekişîne.

Baerbock got, “Yekîtiya Ewropa û NATO li pişt Ûkraynayê ne. Ji bo peydakirina çareseriyeke aştiyane divê em firsendên diyalogê hemûyan bi kar bînin.”

Baerbock piştî vê daxuyaniyê çû Madrîdê ji bo bi hempîşeyê xwe yê Spanî Jose Manuel Albares re civînekê li dar bixe.

Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Schulz jî wê di nava rojê de li Moskowayê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîre Pûtîn re hevdîtinê bike.

Rûsyayê derdora 100 hezar leşkerên xwe li ser sînorê Ûkraynayê bi cih kiriye.

Schulz piştî serdana paytexta Ûkrayna Kîevê, daxuyaniyek dabû û li dijî êrişan wê tedbîrên berfireh werbigirin ku bandoreke girîng li pêşketina aboriya Rûsyayê bikin.

DYE rojên dawî bi daxuyaniyên xwe israr dike ku Rûsya di her kêliyê de dikare dest bi operasyonekê bike.