Wezîrê Karê Derve ê Elmanyayê Heîko Maas ji ber helwesta li bara hêla koronayê rexneyên tund li DYE, Çîn û Macarîstanê kir.
Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas rexne anî ser sê welatên ku li bara hêlê (pandemî) xwedî helwestên cihê ne.
Maas ji kovara Der Spîegel a Elman re axivî û got Çîn û DYE’yê du rêbazên dijber hilbijartine, herdu jî li Ewropayê nikarin werin ceribandin. Maas diyar kir rêveberiya Çînê têkoşînê dijî vîrûsê ji bo ku rejîmê xurt bike weke amûra propagandayê bi kar tîne û got, ‘Çîn biryarên navendî yên otorîter bi cih tîne, DYE jî demeke dirêj vîrûs paşguh kir.”
‘JI BO TÊKOŞÎNA DIJÎ VÎRÛSÊ HEWCEYÎ BI PERGALÊN OTORÎTER NÎNE’
Wezîrê Elman got di têkoşîna dijî vîrûsa Covîd-19’ê de hewceyî bi pergalên otorîter nîne û got, ”Di mînaka Ewropayê de jî xuya Bû hikûmetên lîberal jî tevîrên hişk distînin. Her wiha koronayê bi bîra me xist hewceyî bi pergaleke siyasî heye ku divê em li yên din jî bifikirin. Ji ber vê Ewropa divê kontrolê ji dest bernede.”
Maas li bara propagandayên neyênî dengê xwe li Yekîtiya Ewropayê jî kir û got, ”Divê em destûrê nedin ku derheqê YE’yê de bi nebaşî were axaftin.” Wezîrê Karê Derve yê Elman rexne li rêveberiya Washîngtonê anî bi sedema ku tevdîrên dijî vîrûsê bi derengî xistin û got, ”Hêvî dikim krîza vîrûsa koronayê wê bike ku DYE li ser mijara têkiliyên navnetewî bi rengekî radîkal bifikire.”
Li ser Serokwezîrê Macarîstanê Vîktor Orban, ku Orban bi hinceta vîrûsê rewşa awarte ragihand û rayeya xwe zexm kir, got, ”Ev biryara Orban, her çendî ji bo demekê jî be nayê qebûlkirin. Veguhaztina kana darayî ya YE’yê divê li gorî prensîbên dewleta hiqûqê be. Em nikarin li bara binpêkirana rêgezên dewletê bêdeng bimînin.”