Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz bi hevtayê xwe yê Irlandî re daxuyaniya çapemeniyê da û ragihand ku wan destûra xeta boriya gazê ya Nord Streamê ku Rûsyayê digihîne Elmanyayê rawestandine.

Scholz got, ”Bêyî vê sertfîkayê Nord Stream 2 nikare xizmetê bide” û lê zêde kir dosyaya navborî ji hêla hikûmeta Elman ve wê ji nû ve were nûjenkirin.

Serokkomarê Ukraynayê Volodomîr Zelenskî xwest ku li ser Rûsyayê were jidandin, rawestandina xeta Nord Stream were rawestandin.

Nord Stream 2 armanc dike gaza Rûsya ji peravên Deryayên Baltik di ber deryayêre bigihîne Ewropayê. Proje ji du xetên bin avê pêk tê.