Gerîla YJA Starê şehîd Armanc Cemre bi navê xwe yê din Fatoş Zûgûrlî 17’ê Tîrmeha 2022’an, di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de, li Herêmên Parastina Medya şehîd bû.
Şehîd Armanc beriya şehîd bibe, di hevpeyvînek xwe de gotibû: Min her tim dixwest li Zagrosan bibim Gerîlayek. Dema ku ez li Akademiyê bû, min her tim digot, eger pêşniyara min a çûyîna wezîfeyê neyê qebûl kirin, hêvîdarim rêxistin wê min bişîne Zagrosan.
Şahîd Armanc di nirxandinek a xwe de dibêje lazime dijmin têkbiçe û wiha didomîne.
Di tunelên şer de, li gel hevalên fedayî mayîn, berdêla her tiştî ye, di wan tunelan de şer kirin û berxwedan, lehengiya destanî ye û girêdayî azadiyê ye.
Rast e em hemû li çiyan têkoşinê dikin, her kêlî em bi şehadetê re rû bi rû ne. Lê ew heval, hîn zêdetir vê yekê hîs dikin, hîn bêhtir rû bi rûyê vê yekê dimînin. Lêgerîn û daxwaza wan hevalan, azadî ye, jiyaneke bi rûmet e. Helbet beriya her tiştî mirov dixwaze li gel wan be. Hevalên li vir, hemû vê yekê dixwazin. Baweriya me heye ku em ê dijmin têk bibin. Ew dijmin divê li wir têk biçe û wê têk biçe.