Eşîrên Ereb ên li herêma Dêra Zorê destekeke mezin didin operasyonê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li dijî DAÎŞ’ê. Eşîrên ku demeke dirêj di bin zilma DAÎŞ’ê de man û gelek ferdên wan hatin kuştin an jî bi zorê hatin şerkirin, niha di nava operasyona QSD’ê de cih digirin, ji bo herêma xwe ji DAÎŞ’ê paqij bikin. Rûspiyên eşîrên herêmê ji ANF’ê re axivîn û gotin, ji bo xaka xwe ji çeteyan paqij bikin ew weke gelên herêmê di bin sîwana QSD’ê de li hev civiyane. Rûspiyên eşîran destnîşan kirin ku ev yekîtiya wan tiştekî taktîkî nîne, lê stratejîk e.
Yek ji van rûspiyan, pêşengên eşîra Şihêtatê Necîm Necrîs e. Kurekî Necrîs ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate kuştin. Necrîs diyar kir ku beşeke mezin a xaka wan bi fedakariya QSD’ê ji çeteyan paqij bûye û got, piştî ku DAÎŞ bi temamî li herêmê hate qedandin, wê dest bi avakirina bajarê xwe bikin. Necrîs got, “Weke gelê herêmê; Ereb, Kurd, Suryanî, Çerkes me hemûyan dest dane hev. Ji bo em welatê xwe ava bikin, ji bo em bajarên xwe ji nû ve çêbikin me dest dane hev.” Necrîs destnîşan kir ku bi saya ewlekariya QSD’ê ew li ser xaka xwe azad in.
‘EM HEWL DIDIN XIZMETÊ JI GELÊ XWE RE BIKIN’
Necrîs anî ziman ku gelek hêzan hewl dane li ser wan desthilatdar bin, lê belê wan qebûl nekirine û wiha dewam kir: “Gelek hêzên cuda hatin bajarê me. Lê me ti ji wan ti carî qebûl nekir. Lê belê niha QSD heye. Em niha di nava rewşeke demokratîk de ne û hewl didin bajarê xwe ji nû ve ava bikin. Li aliyekî em karê çandiniyê din, li aliyê din jî xizmetê ji gelê xwe re dikin. Em hewl didin vê yekê bi hev re bikin. Înşaleh dema ku bajarê me bi temamî rizgar bû em ê tiştên hîn xweştir bikin.”
‘EM BI RENGEKÎ DEMOKRATÎK XWE BI RÊ VE DIBIN’
Necrîs bal kişand ser rojên ku rejîm û DAÎŞ li herêma wan bû û got, wê wextê bêhn li wan çikiya bû. Necrîs bi dewamî got, “Berê bêhn li me çikiya bû, lê em niha bi rengekî demokratîk xwe bi rê ve dibin. Niha maf, hiqûq û azadî heye. Me berê nikarîbûn dengê xwe derxînin, lê niha li rojhilat û bakurê Sûriyeyê em dikarin daxwazên xwe bigihînin her derê. Em hewl didin sîstema xwe ya navxweyî, şaredariya xwe, sîstema xwe ya hiqûqê hêdî hêdî ava bikin. Min li vê derê kurekî xwe şehîd da. Em amade ne ji bo her bihosteke xaka xwe şehîdan bidin. Em ê ji her metreyeke xaka xwe re canê xwe feda bikin.”
‘EGER EM DEST NEDIN HEV EM Ê TÊK BIÇIN’
Reîsê eşîra Dilêm a li dora bajarokê Ebû Kemalê Hisêl Eyd El Behrûz jî anî ziman ku hemû gelên herêmê di keştiyekê de ne û ji bilî hevgirtinê şensekî wan nîne. Hisêl Eyd El Behrûz got, “Çawa ku erd û ezman ne yek in, rewşa berê û ya niha jî ne yek in. Em dixwazin herêma Hecînê jî tavilê azad bibe û bajarê xwe bi hev re ava bikin. Ev der ne ciheke ku Tirkiye ya jî Îran ava bike. Weke gelên vê derê em ê bi xwe vê bikin. Em, gelên vê erdnîgariyê di heman keştiyê de ne. Eger em dest nedin hev û ev keştî binav bibe, hingî em ê hemû bimirin.”