Kurdistaniyên li Kassel û derdora wê dijîn, ji bo ku tecrîda li ser Ocalan protesto bikin di greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger de ne. Çalakgeran bang kirin ku berxwedan were geşkirin.

Kurdistaniyên li Kassel û derdora wê ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û destekê bidine berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî, di greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger de ne.

Dîlan Baysal, Îmam Alî Ateş, Omer Bagdur û Cemal Kobanê ku di koma pêşî ya grevê de bûn, di roja 4’an a grevê de têkilî çalakiyê axivîn.

Dîlan Baysal got çalakiya wan rexnedayinek e û diyar kir di pêvajoyeke wiha de ne ku ev pêvajoya berpirsyariyeke dîrokî dixwaze, berdêlên mezin hatine dayin. Baysal got çalakiya Leyla Guven berpirsyariya her kesî bi bîr xistiye û got divê her kes xwe xwe tevlî rexnedaniyeke bi hevrêtî bike û tevî nav pêvajoyê bibe.

Îmam Alî Ateş jî got bi tecrîdê re tê xwestin ku gelê Kurd bê rêbertî were hiştin û bi vê re têkoşîna azadiyê û berxwedana birûmet were şikandin. Ateş dgot çalakiya Leyla Guven li hemû cîhanê berbelav bûye û got di vê li hemû aliyên cîhanê bi çalakiyan hevgirtinek çêbibe.

Cemal Kobanê jî got ji bo ku li dijî tecrîdê hewlesta xwe diyar bike tevlî nav çalakiyê bûye, heta ku tecrîd were şiandin wê li ser piyan bimîne. Kobanê got, ”Em bang li hemû Kurdên li Ewropayê dikin ku xwedî li van çalakiyan derkevin.”

Omer Bagdur got ew dixwazin ji çalakiya Leyla Guven û hemû grevên birçîbûnê re bibin deng û diyar kir, ji bo ku tecrîd bişke tişta ku ji dest wan were ew ê bikin. Bagdur got, ”Divê li her devera Ewropayê em li qadan bin û berxwedanê geş bikin.”

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka