Huseyîn Yildiz: Têkoşîna me berxwedaneke mezin li ser me ferz dike. Peywira me ev e ku em bi can û xwîna xwe, di şexsê Rêbertî de gelê Kurdistanê û doza wê biparêzin.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên grevên birçîbûnê didome. Li Ewropayê piştî Strasboûrg, Galler û Kanadayê li Hollandayê jî du Kurdan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a li Den Haagê Huseyîn Yildiz di 19’ê Çileyê de û Hasbî Çakici jî di 20’ê Çileyê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine.
LIGEK LU NEXWEŞIYÊN WÎ HENE JÎ
Huseyîn Yildiz ê 56 salî, 23 sal in li Hollandayê dijî. Yildiz piştî ku tê Hollandayê jî di nav xebatên siyasî de cih digire. Yildiz gelek nexweşiyên wî hene û nêzî 10 dermanan bi kar tîne. Yildiz ev tişt got: “Ji roja ku greva birçîbûnê hatiye destpêkirin, min nakokiya xwe ya hundirîn û şerê xwe domand. Di warê pratîk û dîplomatîk de hin hewldanên min çêbûn, lê vî tiştî têr nekir. Di şertên asayî de dema ku çeka mirov tunebe, mirov bedena xwe dike çek. Pergala faşîst a Tirkiyeyê îro êrîşî hemû destkeftiyên Kurdan dike. Di şexsê Rêber Apo de hewl dide, têkoşîna azadiyê li Îmraliyê têk bibe. Di vê pêvajoyê de helwesta heval Leyla wekî ya heval a Mazlûm bersivek e ji giraniya pêvajoyê re. Li hemberî van êrîşan peywira me ye ku em bi can û xwîna xwe di şexsê Rêbertî de gelê Kurd û doza Kurdistanê biparêzin. Êdî çiyê me heye, divê em seferber bikin.”
Yildiz diyar dike ku ev çalakiya wî rexnegirtina li xwe ye û dibêje:“Ji ber ku têkoşîneke hêjayî zanyariya Rêber Apo derneketiye holê, li gorî min vê çalakiya min rexnegirtina li xwe ye.”
Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka