Serokê Desteya Hêzên Hevbeş a Amerîkayê general Joseph Danford got ku Washington hevkariyê bi gelek dewletan re dike da ku çarenûsa 700 DAIŞ’iyên li ba Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) girtî, diyar bikin.

Serokê Desteya Hêzên Hevbeş a Amerîkayê general Joseph Danford di civîneke çapemeniyê de li rex şandeyê serokatiyê yê taybet ji bo Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê Brett McGurk di dawiya konferansa fermandarên koalîsyonê de li dijî komên radîkal hatiye lidarxistin, ev daxuyanî da.

Danford diyar kir ku pêdiviya tunekirina terorê û fikra wê bi kedeke aktîf heye û dê bi dehan salan dirêj bike û bi taybet li dewletên wekî Sûriye, Iraq, Afganistan, Lîbya û Somaliyê û piştrast kir ku diyaloga bi nûnerên dewletên koalîsyonê serkeftî derbas bûn û hemû pêwîst dibînin ku bi yek stratejiyê li hemberî van metirsiyan derkevin.

McGurk ji aliyê xwe ve diyar kir ku stratejiya hêzên koalîsyonê di Sûriyeyê de pêdiviya wê bi beşdarbûneke darayî û leşkerî heye da ku ji nû ve were avakirin û aramî li herêmên Sûriyeyê pêk were. Her wiha got Amerîka dixwaze Îran û milîsên girêdayî wê ji Sûriyeyê bêne derxistin.

Di konferansê de Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di sala sêyemîn de serokên desteyan û wezîrên parastinê yên 82 dewletan pêşwazî dike da ku bi rêbazên leşkerî û îstixbaratî şerê terorê bikin.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd beriya niha ragihand ku hejmara dilgirtiyên DAIŞ’ê li ba wan nêzî 900’an e û ji hemwelatiyên 44 dewletan in. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û QSD’ê jî ragihand ku ew amade ne van çeteyan radestî dewletên wan bikin.