Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, di 28’ê Mijdara 2015’an de, li ber Minara Çarling ya Sûra Amedê hatibû şehîd kirin.
Doh jî, danişîna 11mîn ya doza Tahîr Elçî, li Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê hate pêkanîn.
Şandeya dadgehê, 3 polîsên bersûc beraat kirin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Berdevkê DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlementerên DEM Partî, têkîldarî biryara beratê ya di Doza Tahîr Elçî de daxuyaniyek dan.
Di destpêkê de Ayşegul Dogan axivî û got;
Em dizanin ku ev biryareke siyasî ye.
Divê em têkoşîna xwe li dijî kuştinên kujer diyar mezin bikin û li hemberî tarîtiyê ronahiyê biserbixînin.
Parlemterê DEM Partî Mîthat Sancar jî axivî û got:
Em dizanin ku kuştinên di nîvê rojê de tên kirin bi zanebûn dikine nava tarîtiyê.
Eger em têkoşîna xwe bidomînin, em dikarin vê tarîtiyê ronî bikin.
Herî dawî Keskîn Bayindir axivî û got;
Îro bêhiqûqiyekedin ya mezin derket holê.
Ji destpêkê ve ev doz bi awayekî bêhiqûqî û nixumandî hat meşandin.
Tahîr Elçî parêzerê Kurd û aştiyê bû.
Şehîd kirina Tahîr Elçî ne ya yekem bû û wê ne ya dawî be.
Dixwazin doza Tahîr Elçî bê ceza biqedînin.
Lê em kujeran nas dikin. Em ê nehêlin ku kujerên Tahîr Elçî bên veşartin.
Em ê li her qadê ji bo vê têkoşinê bikin.”