Ermenên bi zorê bûn Misilman, tevî ku 105 sal di ser qirkirinê re bihurîn di nava du çandan de hîn jî asê mane.
Di ser Qirkirina Ermenan re 105 sal derbas bûn. Tirkiyeyê di nava 105 salan de ev qirkirin înkar kir. Arşîvên Osmanî hîn jî bi temamî nehatine vekirin, lê belê bi dehan lêkolînên li qadê hatin kirin rastiya qirkirinê nîşan didin.
Rojnamevan Altan Sancar jî yek ji wan kesan e ku qîma xwe bi nivîsandina dîroka fermî re neanî û bi pey rabirdûyê ket. Bi rêya Dokûmandera ‘Sakli Haç’ da pey şopa kokên Ermenên li Egîl a Amedê û çîroka mirovên li wê herêmê vegot. Mîna Sancar li ser gelek kesî Misilmantî hate ferzkirin û bûn misilman. Her ku ew li rabirdûya xwe ya şexsî dikolin, dîroka bi xwîn a welêt eşkere dibe…
Altan Sancar dibêje, ji vegotinên di dema zarokatiyê de ew hîn dibe ku Ermen e. Lê di heman demê de fêhm dike ku agahiyên bihîstiye çiqasî bi nakok in: “Hîn em zarok bûn dihate gotin ku xizmên me yên Ermen hene. Lê belê ji me re nedihate gotin ku em jî Ermen in… Tişta ku min fêhm nedikir ew bû; eger em ne Ermen bin hingî çawa dibe ku xizmên me Ermen in?”
‘HER KU SÛRP GIRAGOS DIBÎHIM HESTEWAR DIBIM’
Bi demê re bala Sancar diçe ser van gotinan: “Bi demê re min bêhtir meraq kir. Li herêmê bi têkoşîna demokrasiyê re hişmendiyek afirî. Berê mezinên me digotin, ji mezinên xwe yên jin û mêr herî kêm yek Ermen e. Em hîn bûn ku em neviyên Ermenan e ku piştre bûne Misilman. Piştre her ku min lêkolîn kir û lê pirsî, hîn bûm ku em neviyên Ermenan e ku asîmîle bûne, ziman û ola xwe winda kirine. Tişta ecêb ew bû ku aliyekî me Kurd e, aliyek jî Ermen. Niha jî tevî ku ne kesekî oldar im, dema ku Sûrp Gîragos dibînim, dema ku dêra li Egîlê xera bûye dibihîzim, hestewar dibim. Bawerim ku vê hestewariyê ji min re koka min vegot.”
HER AGAHIYEKE NÛ ÊŞEKE NÛ BI XWE RE DIANÎ
Altan Sancar di nav salan re lêkolînê dike û hem qirkirinê lêkolîn dike, hem jî xwe digihîne xizmên xwe. Her çîrok jî bêhtir giran dibe: “Me lêkolîn jî kir, xwe gihand xizmên xwe yên ziman û ola xwe parastine. Her agahiya ku min bihîst, bêhtir min êşand. Hîn bûm ku xizmên me yên nêz hene ku li DYE’yê dijîn, ne ew me nas dikin, ne jî em wan. Çîroka xalê kalê xwe hîn bûm. Min li çîroka ji Sûriye ber bi Ermenistanê û ji wir jî ber bi DYE’yê guhdarî kir. Du pîrkên xwe hîn bûm ku weke du xwişkên Ermen ji hev veqetiyan, yek ji wan kirin Misilman, ya din jî eslê xwe parast. Her ku hîn bûm bêhtir êşiyam.”
Sancar da pey çîroka malbata xwe, dîroka xwe bi xwe eşkere kir. Ji bo Sancar dîroka fermî tenê notên dersan e. Li Amedê mezin bû ku ev yek ji bo wî di heman demê de serînetewandina li pêşberî vê dîrokê ye.
DI DIL DE ERMEN, BI ZIMAN JÎ KURD
Sancar mîna her kesên li Egîlê xwedî jiyaneke ji du nasnameyan e. Lê belê cudahî wiha ye; ne ji her du aliyan e, ne jî ji wan qut e: “Ez bi nasnameya Kurdîtiyê mezin bûm. Min têkoşînek ji bo vê nasnameyê dît, ji ber vê nasnameyê li girtîgehê mam. Tevî ku zanîbûm aliyekî min Ermen e. Tevî ku min zanîbû nasnameyeke min nasnameya min a din kuştiye. Jiyana bi van her du nasnameyan nakokiyeke mezin e. Yên beriya me ji nasnameya Ermen tirsiyan û xwe li nasnameya Kurd ên Misilman girtin. Ji ber ku dewletê ji nasnameya Kurd jî hez nekir, hingî şîret li me kirin ku em wê jî veşêrin. Me nasnameya xwe ya Kurd veneşart û di heman demê de dan pey nasnameya xw eya Ermen. Li jin û mêrekî bifikirin, nimêjê nake lê belê li nava civatê ji Misilmanan bêhtir Misilman e. Ya jî li jinekê bifikirin ku dema rojiyê digire di stuyê wê de xaç a dayika wê heye. Ev ne nakokî ye, ev tirs e. Mezinên me di dilê xwe de Ermen bûn, di zimanê xwe de Kurd ên Misilman bûn. Em niha hem bi nasnameya Kurd zanin hem jî ya Ermen. Nasnameya min a Kurd zilm li nasnameya min a Ermen kiriye. Nasnameya min a Ermen ji nasnameya min a Kurd bi hêrs e. Eger em ji Hayyam sûdê werbigirin, dikarin bêjin, em hem ji mizgeftê man hem jî ji dêrê.”