AMED – Xwişka Nîmet Sevîm ê ku li Strasbûrgê 70 roj in di greva birçîbûnê de ye Şehzade Anar, diyar kir ku ev hezar salin ew tên tecrîdkirin û got: “Ev Rêber 40 sal in rêya ronî li ber me xistiye. Divê êdî em jî bi sed hezaran dakevin kolanên Amedê û bêjin êdî bes e.” Berxwedana greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven dayî destpê kirin, di roja 109’an deye. Dîsan greva birçîbûnê ya 14 siyasetmedarên Kurd bi heman daxwazê li bajarê Strasbûrgê ya Fransa dabûn destpê kirin di roja 70’iyan de berdewam dike. Yek ji berxwedêran Nîmet Sevîm ê di 1987’an de tevlî refên PKK’ê dibe, 2 sal şûn de tê girtin û 16 salan di girtîgehê de, dimîneye. Sevîm ê piştî ji girtîgehê derdikeve û dîsan dinava siyaseta Kurd de cih digire, di çarçoveya operasyonên dibin navê KCK’ê de hat girtin û dîsan 5 salan di girtîgehê de dimîne. Sevîm ê ji ber sedemên siyasî diçe Ewropayê, dinava siyasetmedarên beşdarî greva birçîbûnê ya Strasbûrgê dibin de cih digire. ‘TEKANE ÇARESERÎ BEDENA XWE JI MIRINÊ RE RAZANDIN BÛ’ Xwişka Sevîm Şehzade Anar, derbarê rewşa tenduristî û greva birçîbûnê ya birayê xwe de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Anar, diyar kir ku birayê wê ev 70 rojin digreva birçîbûnê deye û wiha axivî: “Herî dawî roja Pênçşemê li ser telefonê me bi hevre axivî. Birayê min ji min re got tenduristiya wî başe. Lê rewşa çalakgeran weke ku dibêjin ne pir başe. Ji ber daxwazek mafdar dest bi çalakiyê kirin. Ger îro tecrîd û li zindanan zilm tunebûya, îro van mirovan bedena xwe ji mirinê re ne dirazandin. Ev tekane çareserî bû. Îro mirovên me bedena xwe ji mirinê re razandin û mecbûr man ku xwe feda bikin. Ji ber vê daxwaza wan daxwazên mene.” ‘AZADIYA OCALAN AZADIYA GELÊ KURDE’ Anar, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li Amed, Strasbûrg, Hewler, girtîgehan û li gelek qadên din berdewam dikin û wiha got: “Divê civaka hîn zedetir dengên grevên birçîbûnê bilind bike. Deng ne ji dayikekê, xwişk û birayekê, malbatekê û saziyê dernakeve. Îro tecrîd li ser tevahiya Kurd tê meşandin. Ger em vê zanibin, divê em bêjin êdî bese. Êdî em rabin ser piyan û bêjin êdî bese. Ger îro Rêbertî azad bibe, gelê Kurd jî dê azad bibe. Dê zarokên me jî azad bibin. Ger em dixwazin Rêbertiya me azad bibe, divê em serî hildin. Êdî bese, bila gelê me serî hilde.” Anar, anî ziman ku fikarên wê hene ku rewşek neyînê derbikeve holê û wiha bilêv kir: “Divê em dest bidin destên hev û xwedî çalakgeran derbikevin. Em dengê xwe li dengên wan zêde bikin. Ji ber ku ew di greva birçîbûnê dene. Ew çiqasê bêjin em başin jî, em baş dizanin ku tenduristiya wan ne başe. Ji her malekê kesek jî derbikeve kolanan, emê karibin bibin bi hezaran.” ‘EM BIBIN BI SEDHEZARAN Û TECRÎD BIŞKÎNIN’ Anar, di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Êdî dilê dayik û gelê Kurd heta bêje şewitiye. Dayikên ku çavên wan li rêyên dûr, zarokên wan di girtîgehan de û zarokên xwe spartîn axê hene. Dayikan pir bedel dan. Ez bang li dayîkan dikim. Ez dibêjim ku em dayîk serî rakirin. Îro zarokên me û hevalên me birçîbin, em jî birçîbîne. Ger ew îro serî hildidin, em jî serî hildin. Di serdemên bûrî de li Amedê bi 10 hezaran, 100 hezaran kes dadikevin qadan û li kolanan meş li dar dixistin. Werin em îro jî vê yekê bikin. Ez bang li gelê Kurd dikim. Werin îro em dîsan bimeşin. Em bi hevre bibêjin, bila tecrîda li ser Kurdan bi dawî bibe. Bi sedsalane em dibin tecrîdê dene. Rêbertiyê 40 salan rêya ronahiyê nîşanî me da. Em jî bêjin êdî bese. Bila ev tecrîd rabe.”
‘Em îro dîsan bibin bi 100 hezaran û dakevin kolanên Amedê’
