Herî kêm 100 siyasetmedar, hunermend û nûnerên saziyên civakî nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava dan û deklarasyoneke hevpar weşandin.
Siyasetmedar, hunermend û nûnerên saziyên civakî di daxuyaniyê de gotin ku “Terikandina Kurdan û gelên Sûriyeyê tê wateya ku wê li Sûriyeyê şansa aştiyê were bidawîkirin. Ev jî wê bibe sedem ku DAÎŞ zindî bibe û gelek kes ji cih û warên xwe bibin. Şervanên Kurd, Ereb, Êzidî û Siryan li dijî DAÎŞ’ê têkoşîneke bêhempa kirin, niha jî gelek cîhadîst girtine.
Divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî herêmeke ewle ava bike û ji bo bakurê Sûriyeyê bernameyeke parastinê bike. Divê qada hewayî jî were girtin.”