Piştevaniya ji bo çalakiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven pêl bi pêl belav dibe. Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyigît banga xwedî derketina çalakiya Guven û şikandina tecrîdê kir.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a HDP’ê Leyla Guven bi boneya şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir. Çalakiya Guven di roja 9’emîn de didome û piştgiriya ji bo Guven pêl bi pêl belav dibe.

Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît, Hevseroka Rêxistina HDP’a Stenbolê Esengul Demîr û Endama Piştevaniya Jinan Kirkyama Tulay Korkutan bal kişandin ser çalakiya Guven û xwestin demildest bê berdan.

‘DAXWAZA ME HEMÛYAN E’

Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyigît diyar kir ku çalakiya Guven da destpêkirin helwestek gelek mirovî, wîjdanî û ehlaqî ye û got: “Birêz Ocalan ji 5’ê Nîsana 2015’an ve di bin tecrîda teqez de ye. Ji bo demildest hevdîtin bi Ocalan re bê kirin û ji hemû mafê xwe sûdê werbigire daxwaza me hemûyan e. Ev daxwaz îro bi sedemên siyasî tê astengkirin. Ev jî encama polîtîkayên AKP’ê reva ji çareseriyê ye. Tenê ev tecrîd ne li ser Birêz Ocalan pêk tê li ser hemû aştî û demokrasiya welat pêk tê. Di serî de gelê kurd û hemû saziyên demokratîk divê xwedî li vê çalakiya watedar a birêz Leyla Guven derkevin. Em banga xwedî derketina çalakiyê û şikandina tecrîdê li her kesî dikin. Birêz Guven gava ewil avêtiye û niha jî dora her kesî ye gav biavêjin.”

‘ASTENGKIRINA PÊKANÎNA AŞTIYÊ TECRÎD E’

Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr jî wiha got: “Birêz Guven bi sedema pêkanîna tecrîda dij hiqûqî ya li dijî birêz Ocalan dest bi çalakiyê kiriye. Astengiya li pêşiya aştiyê ya herî mezin tecrîd e. Ji bo ji nû ve pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bê înşakirin divê tecrîd rabe. Em jî ji ber vê yekê çalakiya Birêz Guven destek dikin. Hiqûqa ji bo Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglu pêk hat divê demildest ji bo Leyla Guven jî pêk were.”

‘EM WEK ÇALAKIYA XWE DIBÎNIN’

Endama Piştevaniya Jinan a Kirkyama Tulay Korkutan jî destnîşan kir ku îktîdar bi hemû polîtîkaya xwe li dijî jinan e û dixwaze jinan bêdeng bike û got: “Leyla Guven niha li dijî vê bêdengiyê ava ewil avêt. Divê hemû jin bi seferberî xwedî li Leyla Guven derkevin û deng bidin dengê wê. Di serî de Leyla Guven divê hemû girtiyên jin ên siyasî demildest bên berdan. Em jî wek sazî berxwedana mafdar a Birêz Guven wek çalakiya xwe dibînin û xwedî lê derdikevin.”