Hunermend û siyasetmedaran li dijî faşîzma bloka AKP-MHP’ê bal kişandin ser girîngiya hilbijartinên xwecihî û bang li her kesî kirin ku xwedî li dengê xwe derkevin.

Mîna her dema hilbijartinê, ji bo dengdanê û xwedîderketina li sindoqan bang tê kirin. Bi taybetî, mûxalefeta ku dixwaze bloka desthilatdariyê ya AKP-MHP qels bibe, HDP, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedar ji bo xwedîderketina li sindoqan bang li gel dikin.

TÊKOŞÎN WÊ PIŞTÎ HILBIJARTINÊ JÎ BIDOME

Rojnamevan-nivîskar Ahmet Tûlgar diyar kir, têkoşîna ji bo demokrasiyê tenê dengdana di hilbijartinê de nîne, lê tevî vê yekê jî destnîşan kir ku dengdana 31’ê Adarê girîng e. Tûlgar got, “Mîna gelek mirovan ez vê hilbijartinê girîng dibînim. Lewma divê her kes biçin ser sindoqan, lê belê vê yekê ji bîr nekin; hilbijartin tenê parçeyekî biçûk e ji têkoşîna demokrasiyê û demokrasiyê.” Nivîskar Tûlgar destnîşan kir, têkoşîna ji bo demokrasiyê wê piştî 31’ê Adarê jî bidome.

DIVÊ HER KES TEQEZ BIÇE SER SINDOQAN

Berdevkê Hewldana 78’an û Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Celalattîn Can diyar kir, desthilatdarî dixwaze sindoqê bike yekane amûra demokrasiyê, bi hin rê û rêbazan ji wir hêzê bi dest bixe û bi vî rengî civakê bi rengê otorîter bi rê ve bibe. Can destnîşan kir, AKP dixwaze di vê hilbijartinê de jî wê encamê werbigire û got, eger AKP dengê ku li bendê ye bi dest nexe û nikaribe hevsengiyê biparêze, wê ji polîtîkayên heyî dersê derxîne.

Can got, “Li aliyê din, eger mûxalefet dengê xwe zêde bike ev ê moralê mirovan baş bike, mirov wê hîn bêhtir ji xwe bawer bin û bi wêrekî karibin derkevin kolanan û mafên xwe biparêzin. Beriya her tiştî wê reşbîniya ku hikumet ferz dike ji holê rabe. Bi baweriya min wê atmosfereke erênî derkeve holê. Ji ber vê yekê divê her kes teqez biçe ser sindoqan û dengê xwe bide.”

Celalettîn Can bang li HDP’î, CHP’î û hêzên demokrasiyê hemûyan kir ku biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin.

JI BO DESTPÊKEKE ERÊNÎ

Hunermend Îlkay Akkaya jî got, “Ne bi dilê min jî be ez ê biçim ser sindoqan. Dibe ku bibe gava destpêkê ji bo destpêkeke erênî.”

PIŞTRAST IM KU WÊ BIRYARA RAST BÊ DAYIN

Hunermend Pinar Aydinlar jî anî ziman ku ew di pêvajoyeke girîng a hilbijartinê de ne û got, “Ez piştrast im û pê bawer im ku gelê me wê careke din biryara rast bide. Yê mafdar em in.”