Endamê Desteya Eşîran yê Şingalê Emer Saleh, ji ANFê re axivî û got; Di sala 2023an de, ji Bexda heya Mûsilê, ji Silêmaniyê heya Ewropayê xebatên dîplomatîk hatine meşandin. Ji aliyê destkeftî û sazîbûnê ve saleke dagirtî derba sbû.
Emer Saleh bal kişande ser êîrşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şingalê û got; Di encama êrîşan de fermandar û şervanên YBŞ’ê şehîd bûn. Ev berdêlên giranbiha bûn. Lê gelê Şingalê paş de gav ne avêt. Em ê sala 2024’an wê bikin sala serketina pergala xweseriya Şingalê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.
Wekî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şingalê armanca me ya sala 2024’an mîsogerkirina pergala xweseriyê ye. Divê Iraq û cîhan Rêveberiya Xweser ya Şingalê qebûl bike Ji bo vê jî, têkiliyên dîplomatîk û siyasî yên ligel desthilatdariya Iraqê û saziyên navnetewyeî dewam dikin.
Emer Saleh got; Me hemû hevdîtinên bi pêkhateyên deşta Nînovayê de, got: fikir û felsefeya Rêber Apo, em gihandin vê qonaxê. Gelên herêmê, eşîrên Ereban, heta bi cihekî fikrên Rêber Apo qebûl kirine. Eger em serketina hilbijartinan li ber çavan bigirin, di sala 2024’an de fikrê ku me ji xwe re esas girtiye, wê ji aliyê tevahiya eşîrên Ereb ve werê qebûl kirin. Hingî emê yekîtiya deşta Nînovayê çêbikin.”
Emer Saleh herî dawî, bang li koçberên Êzidî yên li kampên Başûrê Kurdistanê kir ku vegerin Şingalê, gundên xwe ava bikin.